Îstixbarata Îranê gef li çalakvan Motahereh Gounei xwar
Motahereh Gounei ya ku xwendekarek ji Zanîngeha Tehranê hatiye derxistin e, ragihand ku Îstixbarata Pasvanên Şoreşê bi riya telefonê xwe gef li wê xwariye û gotiye “emê tedbîrên yasayî bigrin.”

Navenda Nûçeyan – Motahereh Gounei ya ku girtiyeke siyasî ya berê ye, dema xwendekara Fakulteya Diranan a Zanîngeha Tehranê bûye ji zanîngehê hatiye avêtin. Motahereh, di ser hesabê xwe yê Instagramê de nivîsek parve kir. Motehare eşkere kir ku Îstixbarata Pasvanên Şoreşê bi gefan pê re têkilî danîne. Motahereh Gounei diyar kir ku ew bi behskirina Jîna Emînî hatiye tawanbarkirin.
‘Tenê ji ber ku min behsa Mahsa kiriye!’
Motahereh Gounei di çîroka xwe ya li ser Instagramê weşand de wiha got: "Piştî sê salan, ew hîn jî bi tirsê li navê Jîna Emînî dinhêrin… Îro êvarê, ji Ajansa Îstixbaratê bi hejmareke veşartî (ku ji hêla dezgehên ewlehiyê ve tê bikaranîn) li min geriyan. Wan ez bi gazîkirina mirovan a bo kolanan û hevkariya bi Îsraîlê re tawanbar kirim. Tenê ji ber ku min behsa Mahsa kiriye! Wan gef li min xwarin ku dê tedbîrên yasayî bigirin."
Di çalakiyên Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin
Motahereh Gounei, sekretera siyasî ya berê ya Komeleya Xwendekarên Îslamî ya li Zanîngeha Tehranê bû û di demên berê de gelek caran ji hêla dezgehên ewlehiyê ve hatibû hedefgirtin. Motahereh, di Gulana 2024’an de ji aliyê Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve jî hat binçavkirin. Motahereh Gounei di nav çalakvanên ku di dema serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de hatin girtin û demekê girtî man de jî bû.