Îsraîlê tevahiya şevê êrîşên xwe yên li dijî Xezayê domand

Di êrîşên Îsraîlê yên tevahî şevê li herêmên başûr û navenda Xezayê berdewam kirin de, herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde ya jin û zarokan birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bênavber êrişên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê berdewam dikin.

Di roja 286’an a êrîşan de, li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistîn WAFA’yê, balafirên şer ên Îsraîlê êrişî malek li herêma Zevayide ku li kampa koçberan a Nuseyratê ya di beşa navenda Zîvala Xezayê de cih digre kir. Di êrişê de 6 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn.

Di êrişa balafirên şer ên Îsrailê de ku mizgefta Abdullah Azzam a li kampa koçberan a Nusayratê de kir hedef, kesek jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî  maleke li kampa koçberan a Bureyc a di beşa nevanda Zîvala Xezayê de cih digre 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn, 4 zarok jî winda bûn. Li gorî agahiyan piraniya birîndaran jin û zarok in û wan rakirine nexweşxaneya Avdayê.

Xan Yûnis hat bombebarankirin

Li dijî Deyr-el-Belah ku di beşa navenda Xezayê de cih digre de, êrîşa hewayî pêk hat. Di heman demê de  yekîneyên topan ên Îsraîlê, bajarê Refahê û Xan Yûnisê dikevin başûrê Xezayê topbaran kirin.  Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li dijî Zîvala Xezayê dane destpêkirin de herî kêm 15 hezar û 694 zarok, 10 hezar û 270 jin jî di nav de 38 hezar û 794 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 89 hezar û 364 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ku hê jî di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene.