Îsraîlê nexweşxaneya sahrayê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê nexweşxaneya sahrayê ya li Dibistana Hadîceyê bombebaran kir, ku koçberên li bajarê Deir Belah, ku li deverên navendî yên Zivala Xezayê ye, xwe lê bi cih kirin.

Navenda Nûçeyan - Ofîsa ragihandinê ya hikûmetê ya li Xezayê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî nexweşxaneya sahrayê ya li Dibistana Hadîce ya bajarê Dêr Belahê kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşê de jin û zarok jî di nav de 31 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku wî 3 fuze avêtine nexweşxaneya sahrayê.

Sîstema tenduristiyê hilweşiya

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van qetlîamên ku ji aliyê Îsraîl ve tên kirin, pergala tenduristiyê û nexweşxane hilweşandine û ji xizmetê derketine û wiha hat  gotin: " Îsraîl û rêveberiya DYA'yê ji berdewamkirina van qetlîamên li dijî koçber û sivîlan berpirsyar in." Di daxuyaniyê de hat gotin "Zexteke mezin li ser kel û pelên tibî û mayînên odeyên emeliyatê, ji ber nebûna pêdiviyên tenduristî û tibî, girtina deriyên sînorî ji derbasbûna birîndar û nexweşan, nebûna mazotê û rewşa mirovî heye."

Rewşa herî dawî ya komkujiya li Xezayê

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve li Xezayê hat dayîn de der barê êrîşên ku Îsraîl 295 roj in li ser Zivala Xezayê dimeşîne de agahî hatin dayîn. Hat diyarkirin ku di êrîşên ku di 48 saetên dawîn de hatin kirin de 83 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 186 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zivala Xezayê de hejmara miriyan derket 39 hezar û 258’an û hejmara birîndaran jî derket 90 hezar û 589’an.