Îsraîlê li Zîvala Xeza û Şeriaya Rojava 11 hezar û 406 xwendekar qetil kir

Wezareta Perwerdeya Filistîn û Perwerdeya Bilind, ragihand ku di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xeza û Şariaya Rojava de 11 hezar 406 xwendekar jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bê navber berdewam dike. Di êrişan de jin û zarokan dike hedef.

Wezareta Perwerdeya Filistîn û Perwerdeya Bilind di daxuyaniya di ajansa fermî ya WAFA de weşandî de agahiyên der barê bandora êrişên Îsrailê ku ev zêdeyî salek e li Zîvala Xezayê û Şeriaya Rojava ya dibin dagirkeriyê de berdewam dike, li ser perwerde û xwendekaran parve kir.

11 hezar û 406 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan

Li gor daxuyaniyê, di êrişên artêşa Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de 11 hezar û 292 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane, 17 hezar û 965 xwendekar jî birîndar bûne. Di heman demê de di Şeriaya Rojava ya dibin dagirkeriyê de 114 xwendekarên Filistînî jiyana xwe ji dest dane, 591 xwendekar birîndar bûne, 439 xwendekar hatin binçavkirin. Bi giştî di êrişan de 11 hezar û 406 xwendeka jiyana xwe ji dest dane, 18 hezar 556 xwendekar birîndar bûne. Li aliyê din di êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê de 550 mamoste û perwerdekar jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 717 perwerdekar birîndar bûne. Li Şeriaya Rojava jî 146 erkdarên perwerdê hatin binçavkirin. Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Zîvala Xezayê 500 dibîstan û avahiyê zanînagehan hatine hedefgirtin, 718 xwendekar ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha perwerdeya xwe berdewam nakin. 

Jin û zarok hatin hedefgirtin

Di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de nêzî 17 hezar zarok, 11 hezar 378 jin jî di nav de 42 hezar û 289 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 98 hezar û 689 kes birîndar bûne. Hate diyarkirin ku hê dibin xirbeyan de bi hezaran cenaze mane, nexweşane û saziyên perwerdê ên ku gel xwespartinê tên hedefgirtin û bînesaziyên sivîlan tên texrîbkirin.