Îsraîlê li Xezayê mala ku sivîl lê bi cîh bibûn topbaran kir
Îsraîlê li herêma Cibaliya el- Beled maleke koçberê sivîl lê bi cîh bibûn topbaran kir. Di encama êrişê de 15 jê zarok 36 kes jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Îsraîlê li ser malekî li bakurê Zîvala Xezayê 15 jê zarok 36 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birindar bûn. Li gorî şahidan baleafirên şer ên artêşa Îsraîlê li herêma Cibaliya el- Beled mala malbata Alluş ku sivilên ji cihê xwe bibûn topbaran kir.
Şahidan diyar kir ku di êrişê de 15 jê zarok 36 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîdar bûn, gelek kes jî dibin xirbeyên xaniyê hilweşayî de man.
188 rojnamevan hatin qetilkirin
Li aliyê din di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Ofîsa medya ya hikumeta li Xezayê ve hatî dayîn de, der barê hejmara rojnamevanên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrişên artêşa Îsrailê de hatin qetilkirin agahî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rojnamevan Zehra Muhammed Ebu Suheyl, Ahmed Muhammed Ebu Suheyl, Mustafa Hidr Bahr û Abdurrahman Hidr Bahr di encama êrişên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hejmara rojnamevanên ku jî dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrişên Îsrailê li dijî li Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 188’an