Îsraîlê li Xezayê herî kêm 710 zarok qetil kir

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 710 pitik hatine qetilkirn. Hat diyarkirin ku ji sedî 60’ê kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane jin, zarok û extiyar in.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê di êrîşan de herî kêm 710 pitik qetilkirine.

Di lîsteya ku nasnameyên Filistîniyên ku di navbera 7’ê Cotmeha 2023 û 31’ê Tebaxa 2024’an da jiyana xwe ji dest dabûn ku ji aliyê Wezaretê ve hat weşandin de navên 34 hezar û 344 Filistîniyên ku 11 hezar û 983 jê zarok bûn ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin qetilkirin. Wezaretê diyar kir ku Îsraîlê li Zîvala Xezayê herî kêm 710 zarokên di bin 1 salî de qetil kirin.

Hat ragihandin ku hejmara jinên nasnameya wan di êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 6 hezar û 297. Hat destnîşankirin ku ji sedî 60’ê Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane jin, zarok û extiyar in. Di lîsteyê de navên 2 hezar û 734 Filistîniyên ji 60 salî mezintir jî cih digirin.

Wezareta Tenduristiyê dikare cesedên ku radestî nexweşxaneyan hatine kirin teşhîs bike, gelek kes hene ku di bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de winda bûne, deforme bûne an jî ji ber astengiyan nikarin bibin nexweşxaneyê. Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de 16 hezar û 795 jê zarok, 11 hezar û 378 jin, 41 hezar û 226 Filistînî jiyana xwe ji dest dan, 95 hezar û 413 kes birîndar bûn û 10 hezar Filistînî jî winda bûne.