Îsraîlê li Xezayê êrişî dibistanek kir herî kêm 100 Filistînî hatin qetilkirin

Îsraîlê êrîşê dibistanek ku Filistîniyên ji cihê xwe bûne lê diman kir. Di êrîşê de herî kêm 100 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Ofîsa Medyayê ragihand ku 2 rojnamevanên din jî hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê bi awayekî bênavber berdewam dikin. Li Zîvala Xezayê di êrişên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha de herî kêm 16 hezar û 314 zarok, 10 hezar û 980 jin di nav de zêdeyî 39 hezar û 699 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 91 hezar û 722 kes jî birîndar bûne.

Êrişên li dijî Zîvala Xezayê şeva din jî berdewam kirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Filistînê WAFA’yê; artêşa Îsraîlê êrişî Dibistana Et-Tabîn a ku koçberên li Taxa Ed-Deracê ya li rojhilatê Xezayê tê de bi cih bûbûn kirin. Di êrişê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Sûcê qirkirinê

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Medyaya hikumeta ya li Xezayê hat dayîn de wiha hat gotin: “Artêşa dagirker a Îsraîlê, êrişê dibistana El-Taba ya li Xezayê kir û zêdeyî 100 kes şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn. Ev yek dikeve çarçoveya sûcê eşkere yê qirkirin û paqijiya etnîkî. Artêşa dagirker, ji ber rasterast koçberên ku nimêja sibehê dikirin bombebaran kir, bû sedem hejmara şehîdan zêde bibe. Wehşeta komkujiyê û ji ber hejmara zêde ya şehîdan tîmên tendirustî, parastina sivîl, tîmên alîkariyê û rewşa awerte heta niha ji bo hejmarê zelal bikin dixebitin.” Di daxuyaniyê de banga şermezarkirina komkujiyê li hemû hêzên navneteweyî hat kirin û hat xwestin ku qirkirin were rawestandin.

Zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Sivîl a li Xezayê ve hat dayîn de; balafirên Îsraîlê, li bajarê Deyr el-Belah ê li beşa navenda Zîvala Xezayê ye, malek kir hedef. Di malê de 3 jê zarok, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûne.

Êrişî başûrê Lubanê hat kirin

Îsraîlê li bajarê Sayda yê başûrê Lubnanê wesayîdek kir hedef û rayedarê Hamasê Samir El Hac jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya NNA’yê; artêşa Îsraîlê, li bajarê Sayda li ser riya nêzî kampa koçberan a Ayn el-Helva wesayîdek kir hedef. Bi lêdana du fuzeyan rayedarê Hamasê Samir el Hac jiyana xwe ji dest da, di êrişê de 2 sivîlên ku li îstasyona benzînê bûn birîndar bûn.

Li Xezayê du rojnamevanên din jî hatin qetilkirin

Ofîsa Medyayê ya hikumetê ya li Xezayê di daxuyaniya nivîskî der barê rojnamevanên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrişan de hatin qetilkirin de agahî da. Li gorî daxuyaniyê; di êrîşa ku Îsraîlê li Xezayê pêk anî de, Temîm Ahmed Ebu Muammer ku di televîzyona Filistînê dixebite û xebatkarê El-Eqsayê, rojnamevan Abdullah Mahîr es-Susî jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hedefgirtina rojnamevanên Filistînê û qetilkirina wan hat şermezarkirin. Hejmara rojnamevanên ku li Zîvala Xezayê ji roja êriş dest pê kiriye ve heta niha jiyana xwe ji detst dane bû 168.