Îsraîlê li Xezayê êrişî dibistanek kir: 43 kesan jiyana xwe ji dest dan

Îsraîlê êrişê dibistana Xelîl Uweyda ya bajarokê Beyt Hanûnê ku Filistînî lê bi cîh bibûn kir. Di encama êrişê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Xeza - Îsraîlê li Bakurê Xezayê êrişê dibistanek ku Filistinî lê bi cîh bibûn kir. Di encama êrişê de 43 kasan jiyana xwe ji dest dan.

Midûrê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê  Îsmaîl el-Sewabîte ragihand ku Îsraîlê êrişî Dibistana Xelîl Uweyda ya li bajarokê Beyt Hanûnê kir ku Filistîniyên bi cih bûne. Îsmaîl el-Sewabîte diyar kir ku di êrişan de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Zêdetirî 213 navendên stargehê bûn hedef

Îsmaîl el-Sewabîte diyar kir ku ji êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha li ser Xezeyê dest pê kir, zêdetirî 213 navendên stargehan kirine hedef.

Îsmaîl el-Sevabîte diyar kir ku li Xezayê 4 berpirsên hêzên parastina sîvîl jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku ji destpêka êrişan heta niha 94 berpirsiyar jiyana xwe ji dest dane.  Sevabîte destnîşan kir ku di êrişên 2 rojên dawî yên li dijî Kampa Nûseyratê û Wargeha Penaberan a Bûreycê ya ku li navenda Zîvala Xezayê ye, komkujî pêkaniye û di encamê de 43 Filistinî jiyana xwe ji dest dane.