Îsraîlê li Xezayê êrişê dibistanên UNRWA’yê kir jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa Îsraîlê li ser du dibistanên li Xezayê de, ji sivîlên ku xwe spartibûn dibistanê piranî jin û zarok bi dehan Filistiniyan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Xezayê ragihandin ku ji ber kêmxwariniyê jiyana nêzî milyonek zarokan di xeterê de ye.

Navenda Nûçeyan- Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistîn WAFA’yê; artêşa Îsraîlê, di êrişa bi şev li dijî Zîvala Xezayê de li ser 2 dibistanên li kampa koçberan a eş- Şatî û taxa ed-Derec ku weke navenda sipartinê ya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ya li rojhilatê nêzîk ê Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê bikaranîn bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku li dibistana li qampa koçberan ya Şatî, di nav de zarok jî cenazeyê 5 kesan ji aliyê tîmên parastina sivîl ve hatine derxistin. Di heman demê de di nûçeyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku di bombebarankirina dibistana Abdulfettah Hamud a li taxa ed- Derec de xwe gihandine cenazeyê 6 sivîlan. Hat destnîşankirin ku di êrişa li ser maleke li taxa Şucaiye ya li bajarê Xezayê de cenazeyê 2 jinan hatiye derxistin.

Ên ku jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in

Li aliyê din di nûçeyê de hat bibîrxistn ku êrişên artêşa Îsraîlê li herêma Refahê ya dikeve başûrê Zîvala Xezayê berdewam dikin û di êrişên li dijî bajarê Refahê de ciwanekî jiyana xwe ji dest daye û gelek kes birîndar bûne. Hat ragihandin ku li bajarê Xan Yunisê di êrişên bi şev de piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.

Jiyana zêdeyî milyonek zarokan di  xeterê de ye

Mudurê Giştî yê Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezayê Îsmaîl es-Sevabite di civîna çapemeniyê ya li dar xist de der barê birçîbûna li Xezayê de diyar kir ku, deriyê sînor ê Refahê aliyê wê yê Filistînê ji derveyî ximetê mane û der barê îskeleyên şemandra yên DYE’yê ava kirine de agahî da. Îsmaîl es-Sevabite da zanîn ku Zîvala Xezayê û bi taybetî Xezaya Bakur û navenda bajarê Xezayê bi lez ber bi birçîbûnê ve diçe, 700 hezar Filistîniyên li wan herdu bajaran dijîn, her roj bi birçîbûnê re têdikoşin.

Îsmail es-Sevabite anî ziman ku her roja diçe krîza xwarinê mezin dibe û wiha got: “Nêzî milyonek zarok rasterast bi metirsiya birçîbûnê re rû bi rû ne, ji van zarokan 3 hezar û 500 ji ber kêmxwariniyê, pirsgirêka teqwiyeya xwarinê êdî li ber mirinê ne.”