Îsraîlê li Xezayê birçîbûnê wek çek bikar tîne

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji hewa û bejahî berdewam dikin; hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 20 hezar derbas kir. Hate diyarkirin li herêmê nexweşiyên şewbê dest pê kir, birçîbûn jî ji aliyê Îsraîlê ve wek çek tê bikaranîn.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve ji hewa û bejahî berdewam dike. Ofîsa medyayê ya hikûmeta Hamasê ku li Zîvala Xezayê di rêveberiyê de, di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dijîtal de ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 20 hezar derbas kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY), der barê hejmara Filistîniyên li Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan 20 hezar derbas kir de, wiha got: "Li Xezayê hejmarên têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane, di astekî ev demeke dirêje nayên qebûlkirin de ye. Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric jî, diyar kir ew naxwazin tevlî nîqaşên têkildarî pêşnûmeya Xezayê ya ku tê plankirin pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî were kirin bibin û anî ziman pêvajo hesas e û NY’ê banga xwe ya agirbesta mirovî û başkirina şert û mercên sahayê ya ji bo alîkariyan didomîne.

'Lekeyek nayê jêbirin e’

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Kar û barên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Grifiths, der barê hejmara Filistîniyên ku ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan 20 hezarî derbas bû de, wiha got: "Li Xezayê berdewamkirina pevçûna hovane ya ewqas dirêj, dewam kir. dê li ser hişmendiya me ya hevpar wek lekeyek nayê jêbirin bimîne."

Li Xezayê nexweşiyên şewbê dest pê kir

Li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber êrîşên ji cih û warên xwe bûn 1,9 mîlyon e. Mirov ji stargeh, xwarin, ava paqij, derman û xizmetên tenduristiyê bêpar têdikoşin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), diyar kir ku ew ji ber nexweşî, birçîbûn û nebûna paqijî û sanîtasyonê ku niha gelê Xezayê re rû bi rû ne, bi fikar in. Direktorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, diyar kir birçîbûn parastina laş qels dike û dibe sedema nexweşiyan. Direktor, wiha got: "Pêdiviya me bi agirbestek heye."

Zêdeyî ji sedî 71’ê mirovan birçîbûna zêde dijîn

Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa-Behra Spî (Euro-Med), ragihand ji sedî 71’ê hezar û 200 kesên ku li Xezayê Îsraîl êrîşên xwe lê didomîne hevdîtin pêkanî, ji birçîbûna zêde dijîn. Çavdêriyê encamên lêkolîna xwe li ser malpera xwe parve kir. Hat diyarkirin ji sedî 98’ê kesên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin diyar kirine kêmxwariyê û ji sedî 64’ê wan jî ji bo birçîbûna xwe giya, fêkî, xwarinên negihîştî û xwarinên dîroka wan boriyê bikaranîne e. Encamên lêkolînê jî nîşan didin ku li Xezayê tevî ava vexwarinê û paqijkirinê gihandina avê ji bo her ferdekî 1,5 lître ye.

Birçîbûn wek çek hat bikaranîn

Ji aliyê din ve di lêkolîna li herêmê de hat tespîtkirin ku ji sedî 66’ê mirovan di nava meha dawî de îshal an jî nexweşiyên rûvî derbaskirine. Di xebatê de hat dest nîşan kirin ji destpêka êrîşên li ser Xezayê heta niha Îsraîl dorpêçeke berfireh li ser Zîvala Xezayê pêktîne û gihandina xurek, av, sotemenî û pêdiviyên din ên mirovahî ya ji bo zêdeyî 2,3 milyon kesan astenf dike û hat diyarkirin birçîbûn wek çekek tê bikaranîn.