Îsraîlê li Xezayê avahiyê şaredariyê hedef girt

Îsraîlê bi balafirên şer avahiya girêdayî şaredariyê ya xizmetên hevpar a li kampa penaberan a El-Megazî ya li Xezayê bombebaran kir. Di êrişê de serokê şaredariya El-Megazî Hatim Salih el-Gamrî û hejmarek zêde ya Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya ofîsa Medya ya hikumetê ya li Xezayê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê avahiya girêdayî şaredariyê ya xizmetên hevpar a li kampa penaberan a El-Megazî kiriye hedef. Hat ragihandin ku di êrişê de şaredarê El-Megazî Hatim Salih el-Gamrî û hejmarek zêde ya Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha êrişa li dijî şaredarê El-Megazî Hatim Salih el-Gamrî û hemwelatiyên sivîl weke sûîqest hat nirxandin. Hate destnîşankirin ku ev komkujiya zagonên navneteweyî yên ji bo parastina sivîlan binpê dike, di heman demê de sûcên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê ye.

‘Ji vî sûcî DYA civaka navneteweyî û Îsraîl berpirs in’

Di daxuyaniyê de qetilkirina şaredarê Megaziyê ya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat şermezarkirin û bang hat kirin ku divê hemû şaredariyên li cîhanê vê êrişa Îsraîl ya ku sûc e şermezar bikin. Her wiha hat destnîşankirin ku ji vî sûcî bi temamî rêveberiya DYA’yê, civaka navneteweyî û Îsraîl berpirs in. Rêveberiya DYA’yê ji bo Îsraîl sûcê mirovî pêk bîne û hedefgirtina civaka sivîl berdewam bike ampula kesk pêdixin, ji bo rawestandina vê qirkirinê tiştek nakin û da zanîn ku Îsraîl bi awayekî hovane êrişên tunekirin û qetilkirinê berdewam dike.

Bang hat kirin ku zexta li Îsraîlê were kirin

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji ber Îsraîlê sûcên li dijî mirovahiyê kiriye li dadgeh û di forumên navneteweyî de were darizandin û ji bo  rawestandina qirkirina li dijî gelê Filistînê zextê li Îsraîlê bikin.