Îsrailê li Xezayê ambulansek kir hedef
Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê ragihand ku artêşa Îsrailê li Xezayê êrişî ambulansekê kir. Di heman demê de hejmara kesên ku ji roja êriş dest pê kir heya niha jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 580’an.
Navenda Nûçeyan- Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrişên Îsraiêl li ser Xezayê didome. Herî dawî hate ragihandin ku artêşa Îsrailê li bakurê Xezayê êrişê ambulansê kir. Wezareta Tendirûstiyê ya li Xeza yêtêkildarî mijarê dîmenê ku dibin dengê çekê de Îsrailê bi tufeka makîne ambulans kir hedef, di dema êrişê de ajokar jî di ambulansê debûn weşand.
Wezareta Tendirûstiyê îfadekir ku kêliya ku artêşa Îsrailê li ber nexweşxaneya Kemal Advan ya li bakurê Xezayê ambulans kir hedef belge kirine.
Li gora ajansa fermî ya Filistînê WAFA, hate diyarkirin ku leşkerên Îsrail êdi 6’ê Kanûnê de li ser nexweşxaneya Kemal Adven ya li bajarokê Beyt Lahiya ya li bakurê Zîvala Xezayê girtibûn. Di heman demê de ragihandibû ku artêşa Îsrailê Filistîniyên di nava nexweşxaneyê de revandine.
Di êrişên Îsrailê yên li derdora nexweşxaneya Kemal Adven pêkanî de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
44 hezar û 580 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê dayî destpêkirin de nêzî 17 hezar û 492 zarok, 11 hezar û 979 jin jî di nav de 44 hezar û 580 kesan jiyana xwe ji dest dane, 105 hezar û 739 kes jî birîndar bûne.