Îsraîlê li Xezayê 3 hezar zarok û hezar û 700 jinan qetil kir

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê Riyad Mansûr got ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de heta niha 3 hezar zarok û hezar û 700 jin hatin qetilkirin. Li hemû deverên Xezayê mirin û wêranî heye, li tu cihê wê ewlehî nemaye.

Navenda Nûçeyan- Piştî operasyona Hamasê ya bi navê 'Tofana Eqsayê' ya di 7’ê Cotmehê de, êrîşên Îsraîlê yên bi hedefgirtina sivîlan û niştecihên Zîvala Xezayê ya Filîstinê hema bibêje "qirkirinê" dike, didomîn. Ji bo destgirtina xebatên derqanûnî yên Îsraîlê yên li axa Filistînê ya dagirkirî, li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Civîna Awarte ya Taybet hat lidarxistin.

'Divê dawî li vî sûcê were anîn’

Nûnerê Daîmî yê NY’yê yê Filistînê Riyad Mansûr di rûniştina awarte de axivî, destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ya di bin dorpeçê de hovîtî ne û divê dawî li vê sûcê bê anîn. Riyad Mansûr wiha axivî: "Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de heta niha 3 hezar zarok û hezar û 700 jin hatine qetilkirin. Di bin xirbeyan de 900 jê zarok nezî hezar û 600 Filistînî hene û aqûbeta wan nayê zanîn."

'Li hemû deverên Xezayê mirin û wêranî heye'

Riyad Mansûr diyar kir ku personel û bijîşkên NY’ê yên li Xezayê dixebitin ji bo erkên xwe berdêlên giran dane û wiha got: "Nexweşxaneyên li Xezayê veguherîn dolabên qeşayê yên mirî tên veşartin. Li hemû deverên Xezayê mirin û wêranî heye, cih jî ewle nîn e. Îbadetxane û dibistanên UNRWA’yê ji bombebarana Îsraîlê rizgar nebûn.”

'Her roj li Xezayê hezaran mirov dimirin, em hevgirtina têrker nabînin’

Riyad Mansûr diyar kir li Xezaye 18 hezar kes birîndar bûn û piraniya wan di korîdorên nexweşxaneyan da tên dermankirin û da zanîn ku Îsraîlê ji sedî 40’ê xaniyen Xezaye hilweşand û 1,4 milyon Filistinî ji cih û warên xwe bûn. Her wiha Riyad Mansûr bi van gotinan bertek nîşan da: "Her roj li Xezayê nêzî hezar kes dimrin lê tevî vê yekê jî em hevgirtina têrker nabînin, ez sedema vê yekê fêm nakim.”

'Îsraîl hiqûqa navneteweyî pêk nayne’

Riyad Mansûr bal kişand ser tevgera Îsraîlê û got ku divê hiqûqa navneteweyî were pêkanîn û her wiha da zanîn ku hatiye hînbûn nûçegihanên televîzyona Al Jazeera ya Xezayê Vail ed-Dahduh dema li ser erkê xwe bû, ji bilî hevjîn û zarokên xwe gelek endamên malbata xwe winda kiriye.