Îsraîlê li Lubnanê fosfora spî bi kar anî

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di rapora xwe de ragihand ku Îsraîl bi fosfora spî li cihwarên sivîl ên Lubnanê xist.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku wan piştrast kiriye ku Îsraîlê ji Cotmeha 2023’an vir ve herî kêm li 17 bajarên başûrê Lubnanê teqemeniya fosfora spî bi kar aniye.

Li gor nûçeya Associated Press News (AP) Îsraîlê tespîta HRW red kir û îdia kir ku fosfora spî tenê wek perdeya dûmanê tê bikaranîn.

Lêkolînerê Lubnanî yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Ramzi Kaiss got: “Bikaranîna Îsraîlê ya teqemeniyên fosfora spî li deverên niştecihbûyî bêserûber ziyanê digihîne sivîlan û dibe sedem ku gelek kes malên xwe biterikînin” û bang li Îsraîlê kir ku demildest bikar anîna teqemeniyên fosfora spî rawestîne.

Wêne û dîmen hene

Di rapora HRW de hevpeyvînên bi 8 kesên li başûrê Lubnanê re hene. Rapor dîmenên ji 47 wêne û vîdeoyan vedihewîne ku nîşan dide guleyên fosfora spî li avahiyên niştecihbûnê li pênc bajarok û gundên sînorî yên Lubnanê dikevin. Raporê herwiha daxwaz ji hikûmeta Lubnanê kir ku rê bide Dadgeha Tawanan a Navdewletî ku lêkolîn û dadgehkirina “Sûcên cidî yên navdewletî” li Lubnanê ji Cotmeha 2023’an ve bike.

Ji meha Cotmehê vir ve li Lubnanê di nav de zêdetirî 70 sivîl, zêdetirî 400 kes mirin. Bi deh hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûn. Piştî ku şer û pevçûn di navbera artêşa Îsraîlê û gruba Hîzbullahê de li ser sînorê başûrê Lubnan-Îsraîl derketin Saziyên navneteweyî berî niha Îsraîl bi bikaranîna fosfora spî li deverên niştecihbûnê tawanbar kiribûn.