Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî: 3 kes mirin

Di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî gundekî li başûrê Lubnanê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê li gundê Sultaniye yê Sûra Lubnanê bi balafirên şer êrîşeke hewayî li ser malekê pêk anî. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA; Di êrîşê de mala navborî bi temamî hilweşiya, di bin xirbeyan de cenazeyên 3 kesan û birîndaran hatin dîtin. Der barê nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane de ti agahî nehatin parvekirin.

Her wiha artêşa Îsraîlê bi roketan malek li bajarokê Kfarkilla yê li herêma sînor a başûrê Lubnanê xist. Di êrîşê de ti kesî jiyana xwe ji dest neda.

Ji 8’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li ser xeta sînor di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de 54 sivîlên Lubnanî jiyana xwe ji dest dan.