Îsraîlê li bakurê Zîvala Xezayê êrişî 3 nexweşxaneyan kir
Hat diyarkirin ku di êrişa Îsraîlê yên ên li dijî nexweşxaneya Kemal Advan, El- Avde û Endonezyayê yên li bakurê Xezayê de zarok birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Îsraîlê ji 7’ Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bê navber didomîne.
Midurê Giştî yê Wezareta Tenduristiya yê Xezayê Munir Abdullah el- Burş der barê êrişên dawî de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku artêşa Îsraîlê nexweşxwaneyên Kemal Advan,Al- Avde û Endonezyayê bi topan hedef girt.
Midurê Giştî yê Wezareta Tenduristiya yê Xezayê di daxuyaniyê de diyarkir ku bi bi çekên giran êrîş birine ser nexweşxaneyan li nexweşxaneyan û di êrişan de jenetor, depoyên avê yên li Nexweşxaneya Kemal Advan hatine xerakirin û hin zarokên di beşa unite de birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) û Komîteya Xaça Sor a Navnetewî de hatin hedef girtin û hat gotin ku Îsraîlê bi têkbirina pergala tenduristiyê hewl dide rewşeke nû derxe pêş.
Zarokek bi giranî birîndar bû
Mudirê Nexweşxaneya Kemal Advan, Husam Ebu Safiyye jî diyar kir ku rewşa yek ji zarokên birîndar giran e. Kemal Advan diyar kir ku di nexweşxaneyê de 19 jê zarok 4 pidik 120 nexweş û birîndar hene.
Pêdiviyên lezgin xwest
Ji aliyê din ve Rêveberiya nexweşxaneya El-Avde bi daxuyaniyek nivîskî daxwaz ji DSO Komîteya Xaça Sor a Navnetewî kir ku pêdiviyên tibî û sotemeniyê ji nexweşxaneyê re peyda bikin. Di daxuyaniyê de hat destnişan kirin ku ji 5’ Cotmehê û vir ve mazot nagihêje nexweşxaneyê û stoq li ber qedandinê ye û ji bo berdevamiya tenduristiyê pêwistiya lezgin bi derman, pêdiviyên tenduristiyê, uniteya xwinê, xarin û avê heye.