Îsraîlê ji bo 48 saetan rewşa awarte ragihand

Îsraîlê ragihand ku ji ber bersivdayîna Hizbullahê piştî "êrîşa pêşîlêgirtinê" ya li dijî Lubnanê, li seranserê welêt ji bo 48 saetan rewşa awarte hat ragihandine.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ragihand ku li dijî Lubnanê êrîş pêk anîne. Hema piştî vê daxuyaniyê, Hizbullahê ragihand ku ji bo tolhildana kuştina yek ji fermandarên wê Fuad Şukûr li Beyrûtê, êrişî Îsraîlê kiriye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî daxuyanî da û îdia kir ku Hîzbullah li dijî Îsraîlê amadekariya êrîşeke berfireh dike û diyar kir ku wan li başûrê Lubnanê "êrîşên pêşîlêgirtinê" dane destpêkirin. Danîel Hagarî di daxuyaniya xwe de bang li Lubnaniyên li başûrê çemê Lîtanî ya li Lubnanê dijîn kir ku herêmên xwe biterikînin û hişyarî da ku Îsraîl dê "hemû gefên li ser xwe ji holê rake."

Hîzbullahê êrîş kir

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de herwiha ragihand, ku weke bersivdayîna kuştina Fuad Şukûr, bi hejmareke zêde ya balafirên bê mirov (IHB) êrişeke asmanî li dijî noqteyekê leşkerî ya Israîlê kiriye, ku wê piştre were ragihandin.

Ragihandina rewşa awarte

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku piştî "êrîşa pêşîlêgirtinê" ya li Lubnanê û bersivdayîna Hizbullahê ya ji kuştina yek ji fermandarên wê Fuad Şukûr, li welêt rewşa awarte hat ragihandin û tê plankirin ku 48 saetan dewam bike.  Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê da hat destnîşankirin ku Yoav Gallant ji ber "rewşa li eniya navxweyî" rewşa awarte îlan kiriye.