Îsraîlê êrişî Yemenê kir
Artêşa Îsraîlê bi hewayî êriş bir ser Sanaya paytexta Yemenê ku di bin kontrola Tevgera Ensarullah (Hûsiyan) de ye û parêzgeha Hudeyda ya li peravên Behra Sor. Di êrişan de 9 kes jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê li Yemenê êrişê hewayî pêk anî. Li gor nûçeyên Radyoya Artşêa Îsraîlê; Li Yemenê bi 14 balefirên şer 5 hedefhatiye topbarankirin.
Li gorî nûçeya televîzyonê Kanal 13 , êriş bû sedem ku xebatên sê benderên ji bo Hûsiyan girîng in rawestin. Her wiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve ku êrişên xwe yên li ser Xezayê dest pê kir, cara yekem êrişî paytexta Yemenê Sanayê kir.
Hat diyarkirin ku êrişên Îsraîlê yên li ser Yemenê piştî plansaziya bi hefteyan hat kirin, hat diyarkirin ku fuzeyên ji Yemenê hatin avêtin beriya ku bigihêjin axa Îsraîlê hatin sekinandin.
El-Mesîre: 9 kes jiyana xwe ji dest da
Li gor televîzyona girêdayî Hûsiyan e El-Mesîre di encama êrişan de li bendêra Es-Selîf ya girêdayî Hudeydêyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 kes jî di du êrişên hewayî yên li ser tesîsa petrolê ya Ras Îsa de jiyana xwe ji dest dane, yek kes jî birîndar bûye. Her wiha di 7 êrişên hewayî yên li ser bendêra Hudeyde hat kirin de 2 kes birîndar bûne.
Wezîrê Enerjiyê: Wê ne dawî be
Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen ji radyoya artêşa Îsraîlê re axivî û diyar kir ku êrişa li dijî Hûsiyên li Yemenê “wê ne ya dawî be”.