Îsraîlê êrîşî kampa penaberan kir

Hat ragihandin ku Îsraîlê êrîşî Kampa Penaberan a Aqaba Cebr a li Şerîeya Rojava kir û di êrîşê de Filistînîyekî 22 salî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Agirbesta demkî ya 4 rojan û pevguhertina rehîneyan di navbera Îsraîl û Hemasê de îro danê sibê ket meriyetê. Hat ragihandin ku di saetên ku lihevkirin dewam dike de, artêşa Îsraîlê êrîşî Kampa Penaberan a Aqaba Cebrê ya li Şerîeya Rojava ya ku di bin dagirkeriyê de ye, kir.

Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve daxuyanî hat dayîn. Li gorî şahidan, hêzên Îsraîlî di saetên serê sibehê de avêtin ser Kampa Aqaba Cebr a Penaberan a li bajarê Erîha yê Şerîeya Rojava û malek dorpêç kirin. Di navbera leşkerên Îsraîlî û yên li kampê de demeke kurt pevçûn derket. Arteşa Îsraîlê 2 Filistini binçav kirin û yek ji wan birindar bû.

Ji 7’ê Cotmehê û vir ve 230 kes hatin qetilkirin

Di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku rayedarên Îsraîlê ji wan re ragihandine ku Mihemed El Hanawî yê 22 salî yê ku di êrîşa li Kampa Penaberan a Aqaba Cebrê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên wezaretê, ji 7'ê Cotmehê ve ku li Şerîeya Rojava û Qudsê pevçûnên Îsraîlî-Filistînî dest pê kir hejmara Filistîniyên ku di êrîşên hêzên Îsraîlî û cihûyan de jiyana xwe ji dest dan bû 230.