Îsraîlê êrîşî Filistîniyên ku hewl dan alîkarî bigrin kir
Artêşa Îsraîlê, li Zîvala Xezayê êrîşî Filistîniyên ku hewl didan alîkariya mirovî bigrin kir. Di êrîşa li du xalên cûda pêkhatî de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên îsraîl li dijî Zîvala Xezayê didomin. Îsraîl demek dirêj e ketina alîkariyan a herêmê asteng dike, vê carê êrîşî Filistîniyên ku bihîstin alîkariya mirovî hatiye û hewl dan xwe bigihîjînin cihên belavkirina alîkariyan kir.
Îsraîlê li herêma Mevasî ya Refahê bi erebeya zirxî rasterast gule li sivîlên ku hewl didan xwe bigihîjînin cihên belavkirina alîkariyan barand. Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 30 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 150 kes jî birîndar bûn.
Li derdora korîdora Netzarim a li navenda Zîvala Xezayê, balafirên bê mirov ên Îsraîlê, sivîlên ku ji bo alîkarî bigrin kom bûne kir hedef. Di vê êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm kesek jiyana xwe ji dest da, di nav de jin û zarok 26 kes jî birîndar bûn. Nexweşxaneya Awde ku li kampa koçberan a Nusayratê ye, ragihand ku rewşa beşek ji birîndaran giran e û dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bibe.
‘Cihên alîkariyê veguherîn xefikan’
Rayedarên Filistînê di daxuyaniya xwe ya der barê êrîşan de destnîşan kir ku cihên alîkariyê yên li herêmên Refah û Netzarim di bin navê ‘alîkariya mirovî’ de veguherandine xefikên mirinê. Di demên dawî de heman êrîş gelek caran çêbûn. Rayedarên tenduristiyê yên Filistînê û çavkaniyên xwecihî bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lez bikevin nava tevgerê.