Îsraîlê êrîşî Bijîşkên Sînornenas kir

Bijîşkên Sînornenas ragihandin ku Îsraîlê êrişî konvoy û klînîkên wan kiriye û di êrîşê de hemşîreyek dildar û endamekî malbata xebatkarekî wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) daxuyaniyek da û diyar kir ku di wesayîtên ku di 18’ê Mijdarê de rastî êrîşê hat de, gelek xebatkarên MSF û malbatên wan hebûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşa li dijî konvoya tehliyekirina MSF'ê de hemşîreyek ji bo MSF'ê dildar dixebitî û endamekî malbata xebatkarek MSF'ê jiyana xwe ji dest dan. Mêvanxane û klînîka MSF ya li Xezzeyê jî di 20'ê Mijdarê de rastî êrîşê hatibû. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ew karîbûn di 24’ê Mijdarê de ber bi başûr ve bên derxistin. Piştî çend rojan me karî em wan bi tevahî agahdar bikin û rastiyan analîz bikin."

Lêpirsînek serbixwe tê xwestin

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di nav kesên ku rastî êrîşê hatin 3 personelên wê bûn şahidê bûyerê. MSF wiha got: “Em hêzên Îsraîlî wek kiryarê herdu êrîşan berpirsyar dibînin. Em kuştina karmendekî xwe û endamekî malbata xwe şermezar dikin û ji rayedarên Îsraîlî daxwaza ravekirin û lêpirsîneke serbixwe dikin." Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Karmendên MSF yên di navbera 20 û 24’ê Mijdarê de li Xezzeyê di avahiya MSFê de asê mabûn, di encama mudaxeleya wesayîtên giran ên leşkerî yên Îsraîlê de wesayîtên MSF hatin îmhakirin û zerar dîtin. Wesayîtên MSF û klînîk bi logoya me bi eşkere hatin nasîn."