Îsrailê êrişên xwe berfireh kir: Filistînî ji Refahê derdikevin

Êrişên Îsrailê li dijî Xezayê berdewam dike. Filistiniyên ku ji ber êrişan ji Refahê derketin, li beşa nevandî ya Xezayê bi cih dibin.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Îsrailê, herêmên bakûr jî di nav de êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê didomîne. Filistînî diyar kirin ku topbaran Îsrailê tevahiya şevê, li qampa koçberan ya Jabalya ya bakûrê Xezayê û herêmên din berdewam dike. Hate diyarkirin ku Îsrail bi balafirên şer û topan êrişî herêma Zeitoun ya rojhilatê Zîvala Xezayê kir.

Fermana valakirinê herêmên navend jî digre nava xwe

Wezareta Tendirûstiya Filistîn ragihand ku 24 jê di nav beşa Xezayê de herî kêm 37 Filistînî, li Refahê, di êrişên hewayî yên tevahiya şevê berdewam kir de hatine qetilkirin. Wezaretê diyar kir ku li Refahê 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, da zanîn ku fermana nû ya artêşa Îsrailê ya valakirinê herêmên navenda Refahê jî digre nava xwe.

‘Li Xezayê cihek bi ewle nîne’

Li gor nûçeya di Euronews de cih girt; Bi sedhezaran kesê ku xwe spartine beşa nevandî ya Zîvala Xezayê li Deyr El-Belah beşdarî merasîma cenaze ya ji bo Filistîniyan bûn. Khitam Al-Khatib di êrişa hewayî ya li ser mala wan de herî kêm 10 mirovên xwe ji dest daye wiha got: “Belavokên dest avêtin Refahê û gotin ji Refahê heta El Zavide bi ewle ye, divê mirov wê derê vala bikin û vala kirin, lê çi bi serê wan hat? Cenazeyên parçekirî? Li Xezayê cihek bi ewle nîne.”