Îsrailê êrîşê Şeriaya Rojava kir: Yek jê zarok 5 Filistînî birindar bûn

Di êrîşa leşkerên Îsrailê ya li ser Şeriaya Rojava ya ku dibin dagirkeriya leşkerên Îsrailê de 1 kes bi giran 5 Filistinî birindar bûn. Di nava birindaran de zarokek Filistînî jî heye.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Leşekerên Îsrailê li ser Şeriaya Rojava a dibin dagirkeriyê de berdewam dike. Koordînatorê komîteya berxwedaniya gel ya li bajarokê Kefr Kaddum ya li Şeriaya Rojava Murat Şitevî destnîşan kir ku di encama êrîşa bi guleyên rast ya leşkerên Îsrailê de yek jê giran, 4 ciwanê Filistînî birindar bûne. Murat Şitevî da zanîn ku 4 birindar ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneya Necah ya li bajarê Nablus.

Wezareta tendirûstiya Filistinê di daxuyaniya ku dayî de destnîşan kir ku li bajarê Kalkaliyê li nêzî dîwarê cûdabûnê de di encama êrîşa leşkerên Îsrailê de zarokek 16 salî ji lingê xwe birindar bûye.

Li Cenînê 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dabûn

Artêşa Îsrailê di 3 Tirmehê de li bajarê Cenîn li ser kampa penaberên Cenîn de girtibû û herêm dorpêç kiribû. Di êrîşa ji hewayî û bejahî 48 saetan berdewam kiri de 4 jê zarok 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan, 20 jê giran û nêzî 120 Filistînî birindar bûn. Piştî dû rojan ya dorpêçê de artêşa Îsrailê xwe paşde kişandbû.