Îsraîlê di 3 hefteyan de li bakurê Xezayê herî kêm hezar kesî qetil kir

Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrîşên ku 3 hefte ne ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li bakurê Zîvala Xezayê tên kirin de herî kêm hezar Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Hejmara rojnamegerên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 182.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên bênavber li ser Zîvala Xezayê didomîne. Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrîşên ku 3 hefte ne li bakurê Zîvala Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kirin de herî kêm hezar Filistînî hatin qetilkirin.

Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl Mahmud Basal di daxuyaniya xwe ya vîdyoyî ya li ser medyaya dijîtal de diyar kir ku herî kêm 100 hezar kes li Cibaliya, Beyt Hanûn û Beyt Lahiyê ketine bin dorpeç û êrîşan û 100 hezar kes jî koçberî bajarê Xezayê bûne. Mehmûd Basal destnîşan kir ku Îsraîlê bi bikaranîna bêdengiya civaka navneteweyî polîtîkaya qetlîamê pêk tîne û ji saziyên navneteweyî xwest ku ji bo rizgarkirina Filistîniyên li bakurê Xezeyê demildest tevbigerin.

Hejmara rojnamegerên li Xezayê hatin qetilkirin derket 182’yan

Li aliyê din di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de di rojekê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê de pêşkêşvan û çêkera bernameyê Nadya Îmad el-Seyîd û Abdurrahman Semîr el-Tananî yên ku di kanalên radyoyê de rojnamegerî dikirin jiyana xwe ji dest dan.

Ofîsa Ragihandinê ragihand ku Serokê Daîreya Medyaya Dîjîtal a Televîzyona Aksa Saîd Ridvan, Hamza Ebû Silmiyê ku di Ajansa Nûçeyan a Senedê de dixebitî û Hanîn Mehmûd Barud a ku li Weqfa Qudsê rojnamegerî dikir di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan. Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku 3 rojnamegeran di êrîşa dibistana "Asma" ya girêdayî Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ku mirovên ji cih û warên xwe bûne, hatin qetilkirin. Hejmara xebatkarên çapemeniyê yên ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li Xezayê di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan derket 182'an.

Kampa Penaberan a El-Şati li rojavayê bajarê Xezeyê agahî da ku wan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara xebatkarên çapemeniyê yên ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li Gazzeyê di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan derket 182'an.