Îsraîlê agirbestê xirab kir: Herî kêm 200 kes hatin qetilkirin
Îsraîla ku agirbestê xirab kir, di êrîşên li dijî Zîvala Xezayê de careke din sivîlan kir hedef. Li Xezayê herî kêm 200 sivîl hatin qetil.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê agirbest binpê kir û li Zîvala Xezayê êrîş pêk anî. Di êrîşan de zêdeyî 200 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîlê konên Filistîniyên ji cihên xwe bûne, dibistanên ku lê diman û malên sivîlan jî di nav de bi awayekî dijwar êrîşî Zîvala Xezayê kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîl Yisrael Katz di daxuyaniyê diyar kir ku ji ber Hamasê berdena dîlên Îsraîlê qebûl nekiriye, careke din êrîşan dane destpêkirin û bi gotina; “Ger Hamas bi tamamî esîran bernede, wê li Xezayê deriyê cehenemê vebe” gefa êrîşên dijwar xwar.