Îsraîl zarokan hedef digire

Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala xezayê berdewam dike, her ku kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Li Xezayê zarok dibin hedef. Hat diyarkirin ku dîsa li Şerîa Rojava di her hefteyê de navînî bi giştî 4 zarok tên qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li dijî li ser Zîvala Xezayê benavber didome.

Berdevkê NY’yê Stephane Dujarric  di cîvîna çaoemeniyê ya rojane de der barê êrîşên li ser Zîvala Xezayê agahî da. Di civînê de hat diyarkirin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Şerîa Rojava her hefte navînî 4 zarok tên qetilkirin. Stephane Dujarric diyar kir ku piştî 7’ê Cotmeha 2023’an li gor 9 mehên ewil ên sala 2023’an navîn 3 qat zêde bûye.

Kesên ji cîhê xwe bûne piranî zarok in

Stephane Dujarric di berdevamiya axaftina xwe de got ku liŞerîa Rojava ku dibin dagirkeriyê de piarnî zarok dibin barên giran de ne û wiha pê de çû: “Tundiya nîştecîhan zarokan ji cîhê xwe dike. Ji ber tundiya nîştecîhan ji hezar û 700 kesan piraniya wan zarok e. Stephane Dujarric destnîşan kir ku ev rewş perwerdê jî bandor dike û got ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di pêvajoya maha Gulanê de di vê heremê de 13 hezar şagirt nikarin biçin dibistanê.

Îsraîlê nexweşxane hedef girt

Li aliyê din hat diyarkirin ku Îsraîlê jeneratora ceyranê ya li Nexweşxaneya Kemal Advan a Xezayê bombebaran kir. Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advan Husam Ebû Safiye di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Artêşa dagirker bi balafireke bêmirov jeneratora ceyranê ya li baxçeyê nexweşxaneyê bombe kir." Husam Ebû Safiyye tekez kir ku karkirina hemû beşên nexweşxaneyê girêdayî jeneratorê armanckirî ye û tu kapasîteya çêkirina vê wêraniya di bin dorpêçê de nemaye û wiha hat gotin: “ Di bin siya bêdengiya navneteweyî de, Îsraîl a dagirker sûcên xwe yên li dijî pergala tenduristiyê ya li Xezayê, bi taybetî Nexweşxaneya Kemal Advan bêyî ku raweste didomîne.

15 zarok bi jehrê ketin

Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezayê de hat gotin: "15 zarok û jinek ji ber xwarina konserveya ku artêşa Îsraîlê li pey xwe hiştibûn di dema êrîşên bejahî yên berê yên li ser rojhilatê Taxa Şuciyeya Xezayê de jehrî bûn." Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser metirsiya xwarina konserve, bi taybetî jî berhemên şîr û Filîstîniyan hişyar kir û hat destnîşankirin ku dibe ku artêşa Îsraîlê bi qestî xwarinên xerabûyî bihêle da ku zirarê bide kesên ku wan dixwin.

Di 12 saetan de 112 Filistînî hatin qetilkirin

Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê li Xezayê Îsmaîl el-Sawabîte got: "Di 12 saetên dawî de artêşa dagirker li herêma niştecihbûnê ya li nêzî Nexweşxaneya Kamal Advan a li bakurê Zîvala Xezayê, li Kampa Penaberan a Nusayrat a herêma navendî ya Xezayê û li Xan Yûnisê ‘4 komkujî’. Di daxuyanîya ku hat belavkirin ku 64 jê zarok û jin 112 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, 22 kes winda bûne û zêdeyî 120 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve ji aliyê Îsraîlê ve li ser Zîvala Xezayê de hat kirin 44 hezar û 56 Filistînî ku ji wan bi qasî 17 hezar û 492 zarok û 11 hezar û 979 jin in jiyana xwe ji dest dane û 104 hezar û 268 kes jî birîndar bûne.