Îsraîl piştî agirbestê êrîşî Zîvala Xezayê kir

Bi dawîbûna agirbesta demkî ya navbera Îsraîl û Hamasê, artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê da destpêkirin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihand piraniya wan jin û zarok 32 Filistînî hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku îro danê sibehê dema peymana agirbesta demkî û pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de bi dawî bû, êrişên artêşa Îsraîlê ya li ser Zîvala Xezayê ji nû ve dest pê kir.

Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer êrîşê Xezayê kir

Li gorî agahiyên Reutersê, artêşa Îsraîlê, Hamasê bi binpêkirina şertên agirbesta demkî û gule reşandina li ser axa Îsraîlê sûcdar kir. Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Danîel Hagarî, da zanîn "Hamasê peyman binpê kir û li ser axên Îsraîl gule reşand” û diyar kir hêzên parastinê li Zîvala Xezayê ji nû ve li dijî Hamasê şer dane destpêkirin. Di daxuyaniyek din a ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku balafirên şer li Xezayê li hedefên Hamasê didin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: 32 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Di nûçeyên di çapemeniya Filistînê de cih digrin de jî, hat diyarkirin Îsraîlê ku di daxuyaniyên xwe yên berê de ji gelê Xezayê xwestibû ji bakur ber bi başûr ve biçin, êrîşê başûrê Xezayê jî kiriye. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya der barê êrîşan de, ragihand piştî bidawîbûna agirbesta demkî di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de 32 kes jiyana xwe ji dest dane û piraniya van kesan jî jin û zarok in.

Hejmara rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşt 71’ê

Ofîsa medyaya dîjîtal a hikûmeta Xezayê ragihand ku piştî bi dawîbûna agirbesta demkî kameramanê televîzyona El-Eqsayê Abdullah Dervîş di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê li Xezayê de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîl bi hedef girtina rojnamevanan dixwaze rastiyan veşêre, dixwaze wan bitirsînê û ji xebatan wan dûr bixîne. Hat diyarkirin ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşa li ser Xezayê de hejmara rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 71’ê

‘Rêxistina terorê Hamas-DAIŞ heypeymanê îhlal kir’

Li gor nûçeya Haaretz'ê daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Serokvezîrê Îsraîlê hat dayîn hate diyarkirin ku Hamasê soza berdana rehîneyên jin ên din bi cih neaniye û Îsraîl jî ji bo pêkanîna armancên şer girêdayî ye. Berdevamiya daxuyaniyê wiha ye:

“Rêxistina Terorê Hamas-DAIŞ peymanê îhlal kir. Îro soza hemû rehîneyên jin berdin pêkneanî û roket avêt welatiyên Îsraîlê. Bi derbasbûna pêvçûnan ve em wan tiştan dibejin: Hikumeta Îsraîlê bi armancên şer, yanî serbest berdana rehîneyên me, tasfiyekirina Hamasê û ji bo Xeza careke din kesên li Îsraîlê dijîn xeterî ava neke, girêdayî ye.”

Peymana derbarê 4 roj rawestana mirovî ya di pevçûnên navbera Îsraîl û Hamasê de 24’ê Mijdarê li gorî saeta herêmî saet 07.00’an ketibû meriyetê. Di çarçoveya peymana pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin de 81 rehîneyên Îsraîlî ji Zivala Xezayê  û 240 Filistînî jî ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan. Agirbesta demkî di 27ê Mijdarê de 2 roj û 30’ê Mijdarê jî rojek hatibû dirêjkirin.