Îsrail êrişî kampa koçberan Cibaliye kir

Îsrail kampa koçberan Cibaliye kir hedef û êriş pêkanî. Hate diyarkirin ku hêjmara kesên ku di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dane û birindar bûne di navbera 400 û 450 de ye û di nexweşxaneyan de mudaxelekirin zehmet bûye.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrail li ser Xezayê berdewam dike. Di êrişa Îsrailê de şevê din kampa koçberan a Cibaliya kirin hedef. Hat diyarkirin ku di êrişan de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birindar bûne di navbera 400 û 450’an de ye.

Dîrektorê cerahî yê Nexweşxaneya Endonezya ya li Cibaliye Dr. Mohamed El Ron diyar kir ku piştî êrişan nêzî 400 kes anîne nexweşxaneyê, ji vana 120 mirine, piraniya wan jin û zarok in. Di xala êrişê de ji ber nêzîkbûnê birîndaran anîne vê nexweşxaneyê. Li gora zanyariyan ji ber kêmaniya tîma teknîk û derman veguhestina birindaran tê plankirin, lê belê ji ber bombardûmanan nikarin vê pêk bînin. Rayedarên nexweşxaneyê ji bo dabînkirina alîkariyan banga alîkariyê kirin.

‘Wê xebata nexweşxaneyê bi temamî raweste’

Rayedaran ji bo xebitandina nexweşxaneyê diyarkirin ku demildest pêwîstî bi sotemeniyê heye. Mudûrê nexweşxaneyê Atif El-Kahlut wiha got: “Ji bo xebitandina amêrên elektronîk di rewşa dabinkirina sotemeniya pêwîst de di nava 24 saetan de wê xebatên nexweşxanayê bi tememî rawestin. Wê ev jî li ber çavê mirovatiyê rê li ber felaketa mirovî veke.” 

Mudûrê nexweşxaneyê Atif El-Kahlut da zanîn ku kapesîteya nexweşxane beriya êrişê Cibaliya dû qat di xebitî û got: “Nexweşxaneya ku xwedî kapasîteya 140 ranzayan, beriya êrişa Cibaliya vê sibehê me xizmeta 295 kapasiteyên ranza dida. Em behsa zêdeyî 400 kesên ku ji êrişan bandor bûne dikin. Korîdorên nexweşxaneyê û bexçeyê wê tije bûn.” Atif El-Kahlut destnîşan kir ku malzemeyên ku ji bo rewşên awarete rakirine, bikar anîne, tupên oksijen û amêrên çavdêriya awarte naxebitin û nikarin oparasyonên cerahî bikin.

‘Qada qampê bi erde re bû yek’

Îsrail aşkere kir ku di van êrişan de komotanên asta bilind ê Hamasê Îbrahim Biari û alîkarên wî kuştine. Di daxuyaniya ku sedema êrişê anî ziman de Hamas bi veşartina li pişt sivîlan sûcdar kir. Li aliyê din aşkere kirin ku li kampên koçberên cihê bicihbûnê ên sivilan taxa 6 bilok bi temamî hilweşiyaye. Berdevkê artêşa Îsrailê îdea kir ku di vê êrişê de ‘hêjmarek zêde terorîst’ hatine kuştin, li heremê ji ber xwedî binasaziyek bin erd ya leşkerî ye, rê li ber hilwşîna avahiyên din vekiriye.

Ji bijîjkên sînornenas daxuyanî

Bijîjkên Sînornenas (MSF) li ser medyaya dijîtal derbarê êrişa li ser kampa koçberan a Cibaliya de daxuyanî parvekirin û wiha hate gotin: “Êrişa hewayî ya Îsrail li dijî kampa koçbera ya Xezayê nûçeyên ku hêjmarek zêde hatine kuştin me ditirsîne. Piştî êrişan hêjmarek zêde birîndaran gihan nexweşxaneya Şifa û li vê derê timên me mudaxeleya tibî dikin.”

Înternetê nîne

Kompanya Paltel a ku li Xezayê pêkanerê herî mezin ya înternetê ye, got: “Hemû têkilî û xizmeta internetê bi temamî qut bû” û aşkere kir ku têkilî rawestaye. Kompanya di parvekirinê de diyarkir ku ev çavkaniya xwe ji qutkirina gihandina xetên girêdanê ya Xeza bi cihanê re ye. Rojnamegerên li herêmê piştrast kirin ku hemû xizmetên wan ên telefon û înternetê qûtbûne.