Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Xezayê didomîne

Arteşa ÎsraÎle êriş bir ser gelek navçeyen Xezeya ku di bin dorpeçê de ye. Her wiha kampên penaberan hatin hedefgirtin.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve berdewam dikin. Hejmara kesên li Xezayê di êrişan de jiyana xwe ji dest dan bû 17 hezar û 700, hejmara kesên ku birîndar bûn derket 48 hezar û 780’î. Rayedar diyar dikin ku Îsraîl qetlîamên xwe yên herî tirsnak li ser Xezayê kiriye. Birîndar ji ber êrîşan nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, tê parvekirin ku bi sedan kes di bin xirbeyan de ne.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, balefirên şer ên Îsraîlê li taxa Tel es Sultan a bajarê Refahê malek bombebaran kirin. Di êrîşê de piraniya wan zarok 6 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Kampa Penaberan a Nuseyratê di êrîşa ku li ser malekê de 3 jê zarok 5 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat diyarkirin ku di êrîşa li ser herêma El-Bassa ya girêdayî Dêr el-Belahê de birîndar hene.

Êrîşên hewayî li ser kampan

Îsraîl her wiha gelek êrîşên hewayî birin ser Kampa El-Megazî ya li navenda Xezayê, taxa El-Şucaiye ya li rojhilatê Xezayê û Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakur. Navnîşanên serdegirtinê bajarên Cenîn, Beytlehem, Nablus, Erîha, Hebron, Ramallah û El-Bire bûn. Leşkerên Îsraîlî hatin bajarokê Yabed ê li başûrê rojavayê Jenînê û avêtin ser malên Filistîniyan. Hate diyarkirin ku leşkeran li malan geriyan û lêpirsîn li gel kirin.

Di êrîşan de bombeyên gazê hatin bikaranîn

Di serdegirtina li taxa Sath Hello ya bajarê Bîrê de sekvan li ser banê malan hatin bicihkirin. Di serdegirtinê de bombeyên gazê û gaza îsotê hatin bikaranîn, fîşek hatin vekirin û balafirên bêmirov ên li hewayê difirin hatin dîtin. Di serdegirtinên li herêm û navnîşanên cuda de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Êrîşên li Şerîeya Rojava

Îsraîlê êrîşên xwe yên li Şerîeya Rojava zêde kir. Di van êrîşan de heta niha 275 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. 3 hezar û 730 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî jî got, bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezayê "pencereya" agirbesteke nû teng dike. Di Foruma Dohayê de Mihemed Bin Ebdulrehman el-Sanî axivî û got ku Qeter dê hewldanên xwe yên ji bo agirbestê zextê li her du aliyan bike, bidomîne.