Îsraîl êrişên xwe yê li ser sîvîlan berdewam kir

Arteşa Îsraîlê, tevahiya şevê din li Zîvala Xezayê êrîşên xwe yên hedefgirtina sivîl û malên wan berdewam kir. Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, bal kişand ku pêwîstî bi çareseriyek sîyasî heye.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê, tevahiya şevê din li herêmên bakur û başûrê Zîvala Xezayê, avahiyên sivîl, mal û derdora nexweşxaneyan hedef girt.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, hêzên Îsraîlê li başûrê Taxa Şêx Ridvan a bajarê Xezayê avahiya aîdê malbata El Yazicî hedef girt. Jin û zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Ji ber bombebaran gelek kes li nexweşxaneyê kom bûn

Di Kampa Penaberan a Xan Yûnisê ya li başûrê Zîvala Xezayê de jî, di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya malek de gelek Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Bijîşk û nexweşên Nexweşxaneya Dar es-Selam a li Xan Yûnisê ku derdora wê ji aliyê Îsraîlê ve bi dijwarî hat bombebarankirin, banga rizgarkirinê kirin. Piştî ku artêşa Îsraîlê herêm bi tundî bombebaran kir, hejmarek zêde Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne, li Nexweşxaneya Kemal Advan a li bajaroka Beyt Lahiyê ya li bakurê Zîvala Xezayê cih digre, kom bûn.

Bi sedan Filistînî xwe spartin herêma Refahê

Li aliyê din hat diyarkirin artêşa Îsraîlê bi wesayîtên zirxî û tankan li derdora bajarê Xan Yûnisê ya Xezayê bi cih bûye û amadekariya êrîşa bejayî dike. Bi sedan Filistîniyên ku ji ber bombebarana Îsraîlê ya li ser rojhilat û bakurê rojhilatê Xan Yûnisê direvin, xwe spartin herêmên vekirî ya rojavayê bajarê Refah û li nêzî sînorê Misrê. Hat diyarkirin bi sedan sivîlên ku xwe spartin zeviyêk vekirî ya rojavayê Refahê ku ceyran, ava paqij, xureka têrker û alîkariyên mirovî tune ye, hewl dane avahiyên mîna konan ava bikin. 

Daxuyaniya Xaça Sor: Pêwîstî çareseriya siyasî heye

Seroka Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) Mirjana Spoljaric, di vîdyoya ku li ser platforma medyaya dîjîtal parve kir de diyar kir ew serdana Nexweşxaneya Ewropayê ya li Xezayê ya di bin dorpeçê de ye kir. Spoljaric a got, "Tiştên ku min dît tiştên ku kes nikare pênase bike bûn, zarokên birînên wan tirsnak, di heman demê de dayik û bavên xwe winda kirine û kesek wan tune ye li wan meyze bike”, da zanîn agahî girtiye ku hemû nexweşxaneyên li bakurê Xezayê xizmetên xwe yên cerabî windakirine.

Mirjana Spoljaric, destnîşan kir divê ji bo vê rewşê çareserî bê dîtin û wiha got: "Em dikarin ji vê rewşa ku diyare li pêşberî civaka navneteweyî têkçûneke exlaqî ye, vegerin." Mirjana Spoljaric, balkişand li Xezayê pêwîstî ne tenê çareseriyek mirovî, di heman demê de çareseriyeke siyasî jî heye û wiha got: “Em li Xezayê bi rewşekî ku bi şandina zêdetir tiran re nayê sererastkirin re rû bi rû ne.”

WHO’ê bang li Îsraîlê kir

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusê jî, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ragihand ku wan ji artêşa Îsraîlê belavokek ku divê di nava 24 saetan de 2 depoyên tenduristiyê yên li başûrê Xezayê vala bikin wergirtine. Tedros Adhanom Ghebreyesus, diyar kir di belavokê de hişyariya ku malzemeyên operasyonên bejahî dê bîne rewşa neyê bikaranîn û wiha got:

“Em bang li Îsraîl dikin ku ji vê biryarê paşve vegere û nexweşxane û tesîsên mirovahî jî di nav de ji bo parastina sivîlan û binesaziya sivîl her cure tedbîran bigre.”

NY’ê banga agirbesta mirovahî dubare kir

Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric, di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivand. Stephane Dujarric, wiha got: "Em dibînin ku li Xezayê sivîl, mirovên zanyar ên hêja, rojnamevan û xebatkarên NY’ê jiyana xwe ji dest didin û ji ber vê yekê em dixwazin banga xwe ya agirbesta mirovî dubare bikin."

‘Em der barê nexweşiyên şewb de bi fikar in'

Stephane Dujarric, bal kişand ser girtina xeta ava paqij û tesîsa paqijkirina ava ku ji Îsraîlê tê û diyar kir ew ji ber nexweşiyên avê yên welatiyên Filistînî yên ku ji çavkaniyên ava ne paqîj û ne ewle bikartînin, bi fikar in.