Îsrail êriş bir ser Filistiniyên ku li benda alîkariya mirovî bûn

Artêşa Îsrail, cara dûyem êriş bir ser Filistiniyên ku li başûrê Xezayê li benda alîkariya mirovî bûn. Hate eşkerekirin ku di êrişê de kesekê jiyana xwe ji dest daye û 26 kes birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Leşkerên Îsrail gule li Filistiniyên ku li başûrê bajarê Xezayê li benda alîkariya mirovî bûn barand. Li gora ajansa Nûçeyan ya Filistinê WAFA; Filistiniyên ku li nêzî xaçera Nablusî ya cadeya Reşîd li benda alîkariyê di nava 48 saetan de di êrişa dûyem ya hatî pêkanîn de kesekê jiyana xwe ji dest da, 26 kes jî birîndar bûn. 

Di êrişa artêşa Îsrailê yê 29’ê sibatê li dijî Filistiniyên ku li bajarê Xezayê li benda alîkariyê bûn, 118 kesan jiyana xwe ji dest dan, 760 kes jî birindar bûn. 

Êrişên Îsrailê li dijî Refahê berdewam dike

Li aliyê din midurê giştî yê ofîsa medya ya hikumeta Xezayê Îsmail es-Sevabite, diyar kir ku tevî hemû hişyariyên civaka navnetewî, Îsrail bi awayek dijwar Refahê bombabaran kir. Îsmail es-Sevabite da zanîn ku artêşa Îsrail konên ku filistiniyên ji cihê xwe bûne lê dimînin ku nêzî nexweşxaneya zayînê ya BAE ya li Rafahê de êriş pêkanî û got: “Îsrail bi awayek qest, ên ku ji cihên xwe bûne dikin hedef û dixwazin gelê Xezayê techîr bikin. Ev sûc bê ceza namîne. Îsrail bi êrîşên pêkanîne peyama ku li Xeza cihê bi ewle nîne û Refah dibin êrişane dene dan.” Îsmail es-Sevabite bang li welatên cîhanê kir, ji bo rawestandina êriş û qirkirina ku li dijî gelê Filistin tê kirin zextê li Îsrailê bikin.

Hejmara miriyan bû 30 hezar û 320

Li gora daxuyaniya dawî ji aliyê Wezareta Tendirûstiya Filistin ya li Xeza; Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê ji 7’ê cotmehê heta niha li ser Xeza berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane bû 30 hezar û 320, hejmara birîndaran jî bû 71 hezar û 533.