‘Îsrail di meha Adarê de 6 rojnamevan kuşt’

Sendîkaya Rojnamevanên Filistinê diyar kir ku di meha Adarê de di êrişên Îsrail li ser rojnamevanan de 6 rojnamevan jiyana xwe ji dest dane û 9 rojnamevan jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Azadiya Sendîkaya Rojnamevanên Filistîn rapora xwe ya mehane ya derbarê sûc, binpêkirin û êrişên Îsrail li dijî endamên çapemeniyê pêkanîn eşkere kir. Di raporê de bal hat kişandin ku êrişên artêşa Îsrailê yê li dijî rojnamevanan di astên cûda de zêde bûne.

Îsrail 105 êriş pêkanîn

Li gora raporê; Li Xezayê 3 rojnamevan di encama êrişa raste rast a li ser malên wan de, 3 rojnamevan di encama îsabeta parçeyên şarapnelê de jiyana xwe ji dest dan. 9 rojnamevan birîndar bûn. Îsrail li dijî rojnamevanan di meha Adarê de 105 ‘êrişên sûc û binpêkirinê’ pêkanîn. Di encama van binpêkirinan de 12 mal û tesîsên girêdayî rojnamevanan hilweşiyan, 8 rojnamevan hatin desteserkirin. Di vê demê de artêşa Îsrail li ser 4 mal û tesîsên girêdayî rojnamevanan de girtin, 3 caran raste rast rojnamevan bûn hedefa guleyan, nêzî 10 rojnamevanan hatin derbkirin. Îsrail 3 rojnamevan derxsitin pêşberî dozger. Li Qudusa Rojhilat û Şeriaya Rojava ku di bin dagirkeriyê de ne saziyên çapemeniyê hatin hedefgirtin.

Ofîsa medya ya hikumeta li Xeza, di daxuyaniya 3’ê Nîsanê weşandî de, diyarkiribû, ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li Zîvala Xezayê hejmara rojnmevanên hatine kuştin bûye 140.