Îsraîl careke din li kampa penaberan a li Xezayê xist

Ajansa Nûçeyan a Filistînê ragihand ku Îsraîlê Kampa Penaberan a Cebeliyê ya li Zîvala Xezayê careke din bombebaran kiriye. Hat ragihandin ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê careke din kampa Penaberan a Cebeliyê ya li Zîvala Xezayê kir armanc û îdia kir ku Hamas xwe di nava sivîlan de vedişêre da ku êrîşî wan bike. Ajansa Nûçeyan a Filistînê ragihand ku li kampa li bakurê herêmê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bûye 8 hezar û 796. Hat zanîn ku ji van kesan 3 hezar û 648 zarok in.

Kesên dîl girtî jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrîşa 31’ê Cotmehê ya ku artêşa Îsraîlê li dijî Kampa Penaberan a Cebeliyê pêk anî de herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî jî diyar kiribû ku wan êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniya danê sibê ya baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam de hat îdiakirin ku di êrîşa duh a Îsraîlê de 7 rehîneyên sivîl ku 3 ji wan xwedî pasaportên biyanî bûn, hatin mirine. Di daxuyaniya nivîskî ya Tûgayên Qassam de wiha hat gotin, "Di komkujiya duh a li dijî Kampa Penaberan a Cibaliya de 7 girtiyên sivîl ku 3 ji wan xwedî pasaportên biyanî bûn, jiyana xwe ji dest dan."