Îsrail car din zarokan hedef girt

Di êrişa Îsrailê yê li dijî konên ku li hewşa nexweşxaneya Şehîdên Aksa ya li Xezayê û dû avahiyên cûda de herî kêm 16 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes birîndar bûn. Di êrişa li ser Lûbnanê de zarokek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê ku 7’ê Cotmeha 2023’an li dijî Zîvala Xezayê da destpêkirin berdewam dike. Hat ragihandin ku di nav 24 saetan de ji ber êrişan 16 kes li Filistînê, zarokek li Lûbnanê jiyana xwe ji dest dane.

Balafirên şer ên Îsrailê, êriş bir ser Filistîniyên ku di konên li hewşa nexweşxaneya Şehîdên Aksa de dimînin. Li gor agahiyan; di encama êrişan de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, hejmarek zêde ya kesan jî birîndar bûne. Kêliya êrişê di dîmenên ku li ser medyaya dijîtal hatî parvekirin de tê dîtin ku li baxçeyê nexweşxaneyê kon dişewitîn û ji bo rizgarkirina birîndaran hewl tê dayîn.

Îsrail malên gel bombardûman kir

Artêşa Îsrailê mala el-Hasenat ya li bajarê Deyr el-Belah hedef girt. Di encama êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn. Di heman demê de di encama hedefgirtina mala Amudî ya li kampa koçberan ya Cibaliya ya li bakûrê Xezayê de herî kêm 8 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên Îsrailê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li Zîvala Xezayê didome de herî kêm 16 hezar û 314 zarok û 10 hezar û 980 jin di nav de bi giştî 39 hezar û 550 Filistînî jiyana xwe ji dest dan, 91 hezar û 280 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku hê di bin kavil û li keleka riyan bi hezaran cenaze hene, nexweşxane û dibîstanên ku xelk xwe dispêrinê tên hedefgirtin û binesaziyên sivîl tên texrîb kirin.

Îsrail êrişa hewayî bir ser Lûbnanê: Zarokek hat qetilkirin

Wezareta Tedirûstiyê ya Lûbnanê diyarkir ku hêzên Îsrail li dijî qezaya Deyr Sryan ya li xala sînorê Lûbnan êrişa hewayî pêkanî, hate ragihandin ku zarokek keç ya 17 salî jiyana xwe ji dest daye, 6 kes jî birîndar bûne. 

Hate destnîşan kirin ku di nava birîndaran de ên ku rewşa wan giran hene, ji bo tedawiyê sewqî nexweşxaneyên cûda yên herêmê hatine kirin.