Îsraîl bênavber êrîşî Xezayê dike

Bilançoya êrîşên Îsraîlê bênavber li ser Xezayê berdewam dike, her kêliya ku diçe girantir dibe. Tê diyarkirin ku ji sedî 70’ê mirovan ji zarokan pêk tê, zanyariyên ku ji 7’ê Cotmehê ve dema êrîş dest pê kir heta niha 20 hezar zarok ji dayik bûne.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê 106 roj in berdewam dike. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Wezareta Tendirustiya Xezayê, hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin 24 hezar û 782 ragihand. Hejmara birîndarên li Xezayê gihîşt 62 hezar 108. Di daxuyaniyê de careke din hat bibîrxistin ku hê jî cenazeyên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane di bin xirebeyan de û li ser rê mane.

Ajansa fermî ya Filistîn WAFA’yê nivîsand ku, balafirên şer ên Îsraîlê, malek aydê malbata Dervîş a li kampa koçberan a Nusayrat li navenda Zîvala Xezayê kiriye hedef. Di êrîşan de 5 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Di êrîşa li taxa El-Emel ya li Xan Yûnis a li başûrê Zîvala Xezayê de 2 kes hatin kuştin û careke din hejmarek zêde kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya Yekîneyên Parastina Sivîl a li Xezayê daye de diyar kirin ku herêma Devvar Ebu Mazin a li başûr hejmarek zêde ya kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, ji ber êrîş berdewam dikin nekarîne xwe bigihîjînin mirî û birîndaran.

Ji sedî 70 zarok hatine qetilkirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara kesên di êrîşên dijwar ên Îsraîlê li ser Xezaya di bin dorpêçê de ku ji 7’ê Cotmehê heta niha gihîşt 25 hezaran û ji sedî 70’ê wê ji zarok û jinan pêk tê. Nûnertiya Filistînê ya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY Ajith Sunghay, di civîna heftane a çepemeniya Ofîsa Cenevre a NY de axivî. Ajith Sunghay wiha got: “Li Xeza em digihin xalek din a çerxa lerzîner. Wezareta tendirûstiya Xeza diyarkir ku 25 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. Ji vana ji sedan 70 wê jin û zarokin.” Ajith Sunghay da zanîn ku di heman demê de da zanîn ku 61 hezar û 500 kes birindar bûne, bi hezaran kes hê dibin xirbeyan dene û piraniya wan jiyana xwe ji dest dane.

Ajith Sunghay îfadekir ku li Xeza bi hezaran kes di rewşa bê çare dene. Berdewam tên ber deriyê sînor ê Refah û her cûrê melzemeyên ku digihin destê wan, konên ku îdare bikin ava dikin. Di nava Xeza de û li herêma Han Yunus bombardûmana dijwar ji deriyê sînor ê Refah bi eşkere tê dîtin, şevan ji bo Xezayiyan demê herî ‘tirsnake.’

‘Operasyon her diçe zêde dibin’

Komîseriya giştî ya ajansa avdanî alîkariya koçberên Filistînê ya Rojhilatê Nêz a Neteweyên Yekbûyî Philippe Lazzarini li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal derbarê encamên êrîşên îsarilê li ser Şariaya Rojava daxuyanî da diyarkir ku hejmar, dem û dijwariya  oparasyonên Îsrailê  li dijî qampên koçberan li Şariaya rojava ji 7’ê Cotmehê heta niha zêde bûye. Êrîş berbi başûr ve berfireh bûne. Di parvekirinê de wiha hate gotin: “Sala bûrî li gora 2022’an hejmara Filistiniyên hatine kuştin bûbû sê qat. Me di fikirî ku me ya herî xirab dîtiye. Di zêdeyî 100 rojan de herî kêm ên ku hatine kuştin 90 wê zarokin. Ger li zorbûna şopandinê were meyzekirin, ka çawa tundî belavdibe wê were dîtin.”

Ji 7’ê Cotemehê ve heta niha 20 hezar zarok hatine dinyayê

Fona alîkariya zarokan a NY (UNICEF) eşkere kir ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li Zîvala Xezayê ku di bin êrîşên dijwar ên Îsrailê de ye 20 hezar zarok hatine dinyayê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Zîvala Xeza di dijwariya êrîşên 105 rojan de nêzî 20 hezar zarok di qada şer de hatine dinê. Ev rewş, tê wateya nêzî her 10 kêlî, divê nêvinga şerê xeternak de zarokek tê dinê.” Di daxunaiyê de îşaret bi wê yekê kir ku rewşa jinên dûcanî ên ku nû hatine dinê di halê neyê bawerkirin dene û da zanîn ku ji bo wan pêwîstî bi çalakiya demildest heye. Di heman demê de hate parvekirin ku dayîk û zarok nikarin pêdiviyên pêwîst bigrin.

Li aliyê din nûçeyên ji ber êrîşên Îsrailê li Zîvala Xeza 8 roje ji ber qutbûna înternetê, têkiliya xeta sabît û telefonê bi awayek qedeme tên, hate parvekirin.