'Îsraîl 234 stargehên koçberan bombebaran kir'
Ofîsa Ragihandinê ya Filistînê duh ragihand ku hêzên Îsraîlê ji destpêka şerê tunekirinê li ser Şerîda Xezayê ve 234 stargeh û navendên koçberiyê kirine hedef.

Navenda Nûçeyan – Di nav bombebarana berdewam û wêrankirina binesaziyê de, gelê Xezayê ji şert û mercên mirovî yên karesatbar êş dikişîne. Stargeh û navendên koçberan tên bombebarankirin, di heman demê de hêzên Îsraîlê birçîbûnê wek çekek şer bi kar tînin, krîzê girantir dikin û êşa sivîlan zêde dikin.
Di rojekê de 44 kes wefat kirin û bi dehan birîndar bûn
Hêzên Îsraîlî duh, piştî ku du caran dibistanek ku penaber lê dimînin li kampa penaberan a wargeha El-Berîc li navenda Xezayê kir hedef û du komkujî pêk anîn. Di encamê de 31 sivîl hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên bijîşkî yên li Xezayê, di êrîşa yekem de 22 sivîl, di nav wan de zarok jî hebûn, di êrîşa duyem de jî 9 kesên din hatin kuştin, bi vî awayî hejmara qurbaniyên duh du qat zêde bû û gihîşt 44 sivîlan. Her wiha bi dehan jin û zarok birîndar bûn
Hêzên Îsraîlê êrîşên xwe li ser deverên cûrbecûr ên zîvala Xezayê berdewam kirin, di nav de bajarokê El-Fexariyê li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê, bajarê Dêr El-Belah û taxa El-Sultan li rojavayê Beyt Lahiyê.
234 stargeh û navendên koçberan hatin bombebarankirin
Ofîsa Ragihandinê ya Filistînê duh ragihand ku hêzên Îsraîlê ji destpêka şerê tunekirinê li ser Şerîda Xezaê ve 234 stargeh û navendên koçberiyê kirine hedef, ya herî dawî jî dibistana Ebû Hemîsa li kampa penaberan a El-Berîc li navenda zîvala Xezayê bû, ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin. Daxuyaniyê tekez kir ku ev êrîş beşek ji siyaseteke sîstematîk in ji bo qurbaniyên herî zêde yên sivîlan, ku ev yek binpêkirineke eşkare ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Komkujiyên li Xezayê pêk tên di demekê de ku sîstema tenduristiyê ji ber wêrankirina nexweşxaneyan û girtina wan hilweşiyaye. Karmendên bijîşkî di bin zextek mezin de ne, ji ber kêmbûneke giran a derman û pêdiviyan, girtina deriyên sînor ji bo birîndaran û qedexekirina derbaskirina sotemeniyê.
Siyaseta birçîbûnê
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) hêzên Îsraîlî bi şopandina siyaseteke bi zanebûn û bi motîvasyonên siyasî ya birçîkirinê li dijî nifûsê tawanbar kir, tiştê ku diqewime wek "zilmeke mutleq" bi nav kir û îdia kir ku birçîbûn bi karanîna alîkariya mirovî wek "çekek" nayê çareserkirin.