ÎSÎG: Di meha Tebaxê de herî kêm 201 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Karkeran ragihand ku di meha Tebaxê de herî kêm 201 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 21 jin û 10 jî zarok in.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) hûrgiliyên rapora cînayetên kar a Tebaxa 2023’an eşkere kir. Li gorî rapora bi berhevkirina agahiyên ji çapemenî, sendîka û serlêdanan hatiye amadekirin, di meha Tebaxê de 201 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di 8 mehên ewil ên sala 2023’an de hejmara miriyan bû 1255 karker.

Di rapora İSİG'ê de hat ragihandin ku ji sala 2011'an û vir ve daneyên berhev kirine, hate destnîşankirin ku ji bilî şewba vîrûsa koronayê û komkujiya karkeran a Somayê hejmara mehên ku mirina 200 karkeran derbas bûye, bûye 5. Di raporê de hat ragihandin ku di Tebaxa 2023'an de 200 mirin derbas bûye û ev hejmar derketiye 6'an û wiha hat gotin: "Divê ev tablo ji bo rastiya ku pêvajoya bi navê 'Sedsala Tirkiyeyê' soz dide karkeran, were xwendin. Mirî, birîndarî. seqetî û nexweşiyên kar di warê tendurustiya karkeran û ewlehiya kar de…”

Di mirinan de zêdebûn heye

Dema ku di meha Tebaxê de di înşaet, çandinî û veguheztinê de mirin derket pêş, belavbûna sektora cînayetên kar jî bal kişand ser xwe. Bi taybetî qezayên trafîkê/xizmetê yên di veguheztin û çandiniyê de, ketina ji bilindahiyê di avahîsaziyê de, şokên elektrîkê di enerjî û avahîsaziyê de, krîza dil û xwînrêjiyên mêjî ji ber şert û mercên xebatê (karkirina di germahiyê de, zêde, tund) û perçiqandina ji ber bikaranîna traktorê di çandiniyê de derket pêş. Ji kesên di meha Tebaxê de jiyana xwe ji dest dane 21 jin û 10 jî zarok in. Li gorî raporê, îsal di heyama 8 mehan de herî kêm 40 zarokên karker ku 18 ji wan temenê wan 14 salî û kêmtir bûne, jiyana xwe ji dest dane. Her wiha mirina karkerên ji 60 salî zêdetir e, bi taybetî di warê çandinî, înşaet û veguhestinê de.