ÎSÎG: Di meha Mijdarê de 23 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina ÎSÎG’ê daneyên cînayetên kar ên meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî vê, di meha Mijdarê de herî kêm 164 û di 11 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 2 hezar û 17 karker jiyana xwe ji dest dane, di meha Mijdarê de jî 23 karkerên jin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) daneyên li ser cînayetên kar ên di meha Mijdarê de eşkere kir. Ji kesên ku di cînayetên kar de mirine 23 karkerên jin in û 141 karkerên mêr in. Cînayetên karkerên jin di sektorên çandinî, zexîre, perwerde, bazirganî, tenduristî, xanî û karûbarên giştî de pêk hatin. Ji karkerên 2 hezar û 17 karkerên ku di 11 mehên destpêkê yên salê de jiyana xwe ji dest dane 154 jê jin û 1863 jî mêr in.
Daneyên ku ji aliyê ÎSÎG'ê ve hatine berhevkirin wiha ne:
Ji 164 karkerên jiyana xwe ji dest dane 149 karkerên meaş û 15 jî bûne cotkar û esnaf. Di 11 mehên ewil ên sala 2021’an de ji 2 hezar û 17 karkeran 1722 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane meaş û 295 jî cotkar û esnaf bûne.
7 karkerên koçber/penaber jiyana xwe ji dest dan. Di 11 mehên destpêkê yên salê de ji 2 hezar û 17 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 83 kes karkerên penaber/koçber bûne.
Di raporê de ku balê dikişîne ser vê yekê ku ji pêncan yek cinayetên kar di pîşesaziya saniyê de  pêk hatine, tê gotin ku ji ber Kovîd-19 herî zêde mirin di beşên tenduristî û perwerde-karsaziyê de hatiye jiyan kirin. Ji ber Kovîd-19’ê 26 kes ji tenduristiyê, 17 ji ber baro/perwerde, 3 kes ji ber ewlehiyê, 3 kes li şaredariyê, 1 kes ji çandiniyê û 1 yek kes jî ji ber metal mirin.
3 zarok dema kar dikirin jiyana xwe winda kirin
Di yanzdeh mehên destpêkê yên salê de ji karkerên ku sala 2017'an jiyana xwe ji dest dane 57 karker zarok in (20 jê temenê 14 salî û kêmtir, 37 jê 15-17 salî). Hat ragihandin ku di meha Mijdarê de 3 zarok jiyana xwe ji dest dane.
Belavbûna cînayetên kar ên li gorî mehan wiha ne:
Di Meha Çilê de herî kêm 203 karker, 
Di meha Sibatê de herî kêm 142 karkker, 
Di meha Adarê de herî kêm 144 karker, 
Di meha Nîsanê de herî kêm 258 karker,
Di meha Gulanê de herî kêm 239 karker,
Di meha Hezîranê de herî kêm 180 karker,
Di meha Tirmehê de herî kêm 155 karker, 
Di meha Tebaxê de herî kêm 178 karker, 
Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karker, 
Di meha Mijdarê de herî kêm 164 karker, 
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2021'an de herî kêm 2017 karker di cînayetên kar de jiyana jî dest dan .