ÎSÎG: Di meha îlonê de 18 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa ÎSÎG'ê ragihand ku di meha Îlonê de herî kêm 175 karkeran jiyana xwe ji dest dane ku 18 jê jin in.

Navenda Nûçeyan- Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya kuştinên kar ên meha îlonê weşand. Di raporê de, hat diyarkirin ku di meha Îlonê de herî kêm 175 karkeran jiyana xwe ji dest dane û hat tomarkirin ku di 9 mehên destpêka salê de, herî kêm hezar û 674 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de, hat destnîşan kirin ku ji 153 karkerên ku di meha îlonê de jiyana xwe ji dest dane, mûçegir in 22 jî bixwe dixebitin.
Li gorî raporê, karkerên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan, 18 jê jin in û 157 jê karkerên mêr in û hat tomatkirin ku piraniya van jinan di karên weke çandinî, bazirganî, perwerde, bur û nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de, hat parvekirin ku 5 kesên ku di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest dane karkerên penaber in û 5 ji wan jî karkerên zarok in.