ÎSÎG: Di 5 mehan de 730 karkeran jiyana xwe ji dest da

Li gorî rapora ÎSÎG'ê, li Tirkiyeyê di 5 mehên ewil ên sala 2023'an de hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dane wek 730'an derbasî qeydan bû. Karkerên jiyana xwe ji dest dane 69 jin û 11 jî zarok bûn.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a ku ji nûçe û serlêdanên 5 mehên ewil ên sala 2023an berhev kir, eşkere kir. Di 5 mehên ewil ên sala 2023'an de herî kêm 730 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji karkeran 69 jin û 11 jî zarok bûn.

ÎSÎG’ê di rapora xwe de wiha got: “Soza Sedsalê ya Tirkiyeyê ye ku AKP/Tifaqa Cumhur ku dê bi îstiqrar û baweriyê ava bike ew e. Rewşa ku li welatê me serwer e, hebûna 'rejîma cînayetên kar’ e. Di vê pêvajoyê de gelek qetlîamên karkeran ên wek Soma, Davutpaşa, Ostim, Torunlar, Isparta, Duzce, Ermenek, Esenyurt, Erzirom, Samsun, Gulluk, Elbistan, Şirnex, Dursunbey, Hendek, Balafirgeha 3’emîn, Keştiyên Tûzla, Qûmkirina Qot pêk hatin. .

Li gorî rapora ÎSÎG’ê, 5 mehên destpêke yên sala 2023’an di meha Çileyê de herî kêm 120 karker, di meha Sibatê de 213 karker, di meha Adarê de 130 karker, di meha Nîsanê de 122 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di heyama desthilatdariya AKP’ê de jî herî kêm 31 hezar û 276 karkeran di cînayetên kar de canê xwe ji dest dane.