İSİG: Di 10 salên dawî de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de 828 karkerên koçber jiyana xwe ji dest dan. Di qetilkirinên kar de di nav kesên jiyana xwe ji dest dane 72 jê jin in.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) derbarê qetilkirinên kar yên di 10 salên dawî de li Tirkiyeyê pêk hatin de ku karkerên koçber jiyana xwe ji dest dabûn, raporek weşand. Li Tirkiyeyê di nava deh salên dawî (2013-2022) de herî kêm 828 karkerên koçber di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 72 jê jin in.

Meclîsa İSİG’ê rapor diyarî hemû karkerên koçber ên ku li hemû welatên cîhanê di serî de li Qatarê di qetilkirinên kar de jiyana xwe ji dest dan, kir. Di daxuyaniya rapora ku hatî dayin de hat bibîrxistin ku fînala Fransa-Arjantîn wê vê êvarê di Kupaya Cîhanê ya FIFA yê ya 2022’an da were lîstin, qetilkirinên kar ên di înşaetên Kupaya Cîhanê de pêkhatîn hatin bibîranîn.

Karkerên ji şer direvin

Di daxuyaniym de wiha hate gotin: “Li Tirkiyeyê ya ku di encama lihevkirinên hikûmeta AKP'ê yên bi YE re veguherîbû 'girtîgeheke vekirî', hejmara koçberên ku beşdarî bazara karî dibin her ku diçe zêde dibe, hat tespîtkirin.”

 Her wiha İSİG bal kişand ser zêdebûna koçberên ku rastî qetilkirinên kar tên û diyar kir ku ji derveyî Kanûna 2022'an di nava deh salên dawî de 828 karkerên penaber di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha diyar kir ku ji sedî 84'ê van daneyan ji çapemeniya neteweyî hatiye wergirtin. Da zanîn ku ji sedî 16 ji aliyê dildarên Meclîsa İSİG’ê, ji komeleyên koçberan û çapemeniya herêmî ve hat dayîn. Ji sedî 51’ê karkerên koçberên ku di qetilkirinên kar de jiyana xwe ji dest dane Sûrî ne û ji sedî 18 jî ji Afganîstanê ne. Bi gotineke din, ji her deh mirinan heft kes ji karkerên ku ji ber şeran penaber bûne. Dane di raporê de jî nîşan dide ku ‘şer ne tenê bi mîlyonan mirov koçber dike, di heman demê de dike karker jî.’

Rêjeya karkerên jin ji sedî 9 e

Di raporê de hat diyarkirin ku qetilkirinên  çandiniyê ji sedî 29 û yên înşaetê, ji sedî 25 pêk tên, rêjeya mirina karkerên zarok û karkerên jin di nava karkerên koçber de ji sedî 9 hatiye tomarkirin. Di raporê de hat gotin, “Dema em bi hemû cînayetên kar bidin ber hev, mirina zarokên karker du qat zêdetir e. Mirina karkerên jin nîv qat zêdetire. Bi gotineke din, zarokên koçber û karkerên jin jêderên herî girîng yên hewza xebatê ya bê ewle ne û zêdetir rastî qetilkirinên kar tên. Li vir pêvekek din divê bê kirin. Rêjeya mirina karkerên 51 salî û mezintir ji sedî 9 e, ango rêjeya wê di hemû qetilkirinên kar de ji sê parên navîna Tirkiyeyê ye. Ango nifûsa koçberan ciwan e.”