ÎSÎG: 878 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora cînayetên kar ya Meclîsa ÎSÎG’ê; Di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de 878 karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 33 jin û 33 jî zarok in.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar eşkere kir. Li gorî vê di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de 137 karker di meha Hezîranê de herî kêm 878 karker jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku bi dawiya nîvê salê û “zêdebûna karê demsalî” re rêjeya mirinên di sektora çandiniyê de di meha Hezîranê de gihiştiye ji sedî 30’ê hemû cînayetên kar. Dema em li parvekirina cînayetên kar li gorî cureyên îstihdamê di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de mêze dikin, 757 bimûçe (karker û memûr) û 121 kesên xweser (cotkar û esnaf) jiyana xwe ji dest dane. Ango, ji sedî 86’ê kesên jiyana xwe ji dest dane mûçegir in û ji sedî 14 jî yên bi xwe kar dikin in.

‘Her cure bêqeydî serwer e’

Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku beşên kar yên ku cînayetên kar lê zêde bûne (bi tevahî ji sedî 53 û mirina 468 karkeran) înşeat, çandinî û veguhestin in. Di raporê de derbarê van beşên kar de îfadeyên: “Rêxistina sendîkayî xuya ye di van beşên kar de, ku demjimêrên dirêj ên kar, xebata giran, xebata bê sîgorte û her cûre bêqeydî serwer in, wek nîne yan jî lewaze û di hin pîşeyan de kom bûne.”

33 jin û 33 zarok jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê din ji 878 karkerên ku di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de jiyana xwe ji dest dane 33 jê jin, 33 zarok û 36 jî koçber in. Herî zêde cînayetên kar li Stenbolê bi 151 kesan pêk hat,  Îzmîr bi 50 cînayetên kar li pey hat. Piştî Îzmîrê Riha, Konya û Bûrsa hatin.