Îro roja dayikane û çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 62’an de ne

Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin, ji bo pêkahtina edaletê, nobeta xwe di roja 62’ê de didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê got: “Roja edalet bê dê weke roja dayikan bê pîroz kirin.”

 
 Riha – Li Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartinan di 24’ê Hezîrana 2018’an de xizim û parêzvanên parlamenterê AHP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman bûyerê de birîndarbûyî nobeta edaletê di roja 62’ê de didomînin. Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê mediyayê dîmenê serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratik (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê yên duh bi boneya Roja Dayikan serdana Emine Şenyaşar a ev 62 roj in bi daxwaza “Edaletê”  di çalakiyê dene kirin par kir. Malbatê di parkirinê xwe de ev tişt got: “Îro roja dayikane… Lê di nexweşxanê de du zarokên xwe winda kir, yê dinê jî bi tundiya siyasî 37 sal û 9 meh ceza danê û di hucireya yek kesî de dihêlin. Roja edaletê bê dê weke roja dayikan bê pîroz kirin. Roja hemû dayikên me pîroz be.”