Îranê gule li gel reşand: 58 kes hatin qetilkirin

Hêzên rejîma Îranê li Zahîdan a navenda Sîstan û Belûcistanê 58 kesên ku di nav de jin û zarok jî hene, qetil kir.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” ve li Îranê dest pê kirin, berdewam dike. Hêzên rejîma Îranê di xwepêşandanan de çekan bikar tînin, ji bo belavkirina çalakiyan rasterast çalakvanan hedef digre.

Li Zahîdan a navenda Sîstan û Belûçistanê gel daketin kolanan. Hêzên rejîma Îranê, di çalakiya duh pêk hat de rasterast gel hedef girt û gule reşand. Li gorî agahiyên ku gihişt ajansa me, di encama gulebarana hêzên rejîmê ya li Zahidanê de 58 kes ku di nav wan de jin û zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku herî kêm 270 kes birîndar bûne.

Li herêmê înternet nîne

Di nava agahiyên hatine bi dest xistin de tê diyar kirin ku li Zahîdanê ji boasteng kirin peywendiyê xetên înternetê hatine qutkirin û ji herêmê dûman bilind dibe. Her wiha hat tomarkirin ku li herêmê gelek girseyên hêzên leşkerî hatine avakirin.

Herwiha kenala Kolbernewsê ragihand ku piştî qetlîama Sîstan û Belûçistanê, fermandarê Îtlatê yê bi navê Elî Musewî ku ji artêşa Îranê ye ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve hatiye kuştin.