Îranê cezayê girtîgehê li parêzer Gulale Wetendust birî

Rejîma Îranê li parêzer û çalakvana mafên jinan a ji bajarê Merîwanê Gulale Wetendust 6 sal, 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê birî.

Navenda Nûçeyan- Zext û êrîşên Îranê yên çewisandin, girtin, cezakirin û darvekirinê li dijî jinên azad û kesên ji bo azadiyê têdikoşin berdewam dike. Bi taybetî girtiyên di girtîgehan de rastî tometên bê bingeh û cezayên keyfî tên.

Dadgeha Şoreşê ya Sine bi ‘tometa propagandaya li dijî rejîmê’, ‘reftarên li dijî ewlekariya welat’ û ‘endamtiya ser bi opozîsyonê’ parêzer û çalakvana mafên mirovan Gulale Wetendust bi 6 sal û 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ceza kir.

Gelek caran gef li hatin xwarin

Gulale Wetendust yek ji parêzerên sereke yên desthilatdariya dadweriyê û yek ji çalakvanên navdar ên mafên jinan li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê ye. Parêzer Gulale Wetendust di 3’ê Cotmeha sala 2022’an de di dema xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Sine ve hat binçavkirin û di 19’ê heman mehê de bi kefalet heta rûniştina dozê hat berdan.

Lê li gorî agahiyan di meha Hezîrana sala 2023’an de rûniştina dozê pêk hat û biryara 6 sal û 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştre doza wê ji bo lêkolînê şandin Dadgeha Îstînafê ya Sineyê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Gulale Wetendust ji beriya niha gelek caran ji aliyê navendên ewlehiyê ve hatiye vexwendin lêpirsînkirin û gef lê hatiye xwarin.