Îranê 36 sal cezayê girtîgehê da 11 welatiyên Behaî

Dadgeha Şoreşê ya Îranê, di dozeke hevpar 36 sal cezayê girtîgehê da 11 welatiyên Behaî.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê serhildana gel a ku bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên 'exlaqê' ve dest pê kir dewam dike, kesên piştgirî didin serhildanê bi destê darazê re rastî zextan tên.

Dadgeha Şoreşê ya Îranê ji welatiyên binavê Mehsa Tirgar, Ramleh Tirgrenjad, Elham Sharqî Aranî, Sadaf Sheikhzadeh, Shahrazad Mistorî, Negîn Rezaeî, Sabîn Yazdanî, Afif Naîmî, Kamiar Habîbî, Nakissa Sadeghî û Saman Astvar re bi îdiaya "Di zarok û ciwanan de danasîna Behayîtiyê re têkbirina ewlehiya welat, bi rêxistinkirina mirovan re tevşîk kirina serhildanê, li şerîeta Îslamê çalakiyên tahkîr, perwerde û propagandayê pêkanîn, bi rêya perwerdekirin û çalakiyên teblîxî yên li dijî şerîeta Îslamê çalakiyên perwerde û naskirinê û bi rêya perwerde li dijî şerîeta Îslamî prapangandaya” bi 36 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Dadgeh ji bilî cezayê hepsê, ji 11 hemwelatî re cezayê hepsê ya li malê, qedexeya derketina dervayî welat, bêparkirina xebatên perwerde û çandî û ji mafên civakî jî da.

Qedexe û ceza hatin dayîn

Li gorî biryara Dadgeha Şoreşê, Ramleh Tirgrenjad mehkûmê 3 sal cezayê girtigehê, cezayê pere ya 30 milyon Tûmen, 5 sal bêparhiştina i mafên civakî, qedexeya derketina derveyî welat, qedexekirina mayîna li parêzgeha Elborzê û du caran di girtîgehê hat kirin. Kamiyar Habîbî ku salek ji xebatên perwerdehî û çandî hat bêparhiştina jî mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê, cezayê pere ya 50 milyon Tûmen, 5 sal bêparhiştina mafên civakî, qedexeya derketina derveyî welat, qedexekirina mayîna li parêzgeha Elborzê û du sal qedexeya pêkanîna xebatên perwerdeyî û çandî hat dayîn.

Her wiha ji Mehsa Tirgar, Shahrazad Misturî, Sadaf Sheikhzadeh, Negin Rezaeî û Nakissa Sadeghî re jî her yek ji wan re 25 meh cezayê girtîgehê, 5 sal bêparhiştina ji mafên civakî, 2 sal qedexekirina niştecîhbûna parêzgeha Elborzê, 2 sal cezayê girtîgehê hatin dayin .Navên ku qedexeya derketina derveyî welat girtin, 2 salan ji her cure xebatên perwerdehî û çandî jî hatin bêparhiştin.

Elham Sharqî Aranî û Sabîn Yazdanî ji mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê, 5 sal bêparhiştina ji mafên civakî, 2 sal qedexekirina niştêcîhbûna li parêzgeha Elbrûsê, 2 sal qedexeya derketina derveyî welat û 2 sal bêparhiştina ji çalakiyên perwerdeyî û çandî hatin kirin.

Dadgehê her wiha Saman Astwar jî mehkûmê5 sal cezayê girtîgehê, cezayê pere ya 50 milyon Tûmen û cezayên din ên zêde kir.