Îran li bajarên Kurdan di warê tendirustiyê de jî cudakariyê dike

Li Nexweşxaneya Serdeştê, ji ber kêmasiya ekîpman, klîmayên xirabe û qirêjiyê, gelek zehmetî tên kişandin. Welatiyên Serdeştê wê di wê baweriyê de ne ku hikumeta Îranê li dijî bajarên Kurdan di her warî de cudakariya sîstematîk dike.

NAHÎD SALEHÎ

Serdeşt – Nexweşxaneya Serdeştê ya li derveyî navenda bajêr e; ligel derfetên kêm û rewşa wê ya nebaş, nexweşxaneyek bi tenê ye û ji bo bajarên Rabat û Nelasê û bi dehan gundên girêdayî wan xizmetê dike. Kesên nexweş ji bo biçin nexweşxaneyê dive wesayîdek kirê bikin ku ev yek jî mesrefek din bi xwe re tîne. Nexweşxane, ji ber ku dûrî bajarên Mahabad, Pîranşar ve Baneyê ye û riyên diçin wê xirab in, kesên li herêmê nikarin biçin nexweşxaneyên bajarên din. Ji ber ku li nexweşxaneyê cîhaz û derfet kêm in, kesên nexweş carna ji bo dermankirinê neçar dimînin biçin Urmiye, Tebrîz û Tehranê ku gelek dûr in. Ev yek jî bi xwe re mesrefek zêde û pirsgirêkan tîne.

Li nexweşxaneya ku hinek kêmasiyên xizmetên tibî û xebatkaran heye, di beşên ku ji bo jinan hatine veqetandin de jî bergala klîmayê bi mehan e xirabe ye. Ji ber kelegerma havînê, nexweşên razayî gelek zehmetiyan dikşînin. Beşa lezgîn, a mêran û beşên din xwedî pergala hewadarkirinê ya guncaw in lê beşa jinan ji van derfetan bêpar e. Vê rewşê bi mirovan re bi taybetî bi nexweşên jin ên li beşa jinan dimînin re bû sedema bertekan.

Li dijî bajarên Kurdan cudakarî tê kirin

Ligel pirsgirêkên hewadarkirinê, cîhazên laboratuar û yên din jî kevn in û ji bo teşxîsê nabin. Vê rewşê ne tenê ji bo nexweşan, dibe sedem ku bijîjk jî bawerî bi encamê tehlîlan neynin û berê nexweşan bidin nexweşxaneyên din ên ku maliyeta wan zêde ye. Kêmasiyên heyî dibin sedem ku xizmeta tê kirin baş nebe û baweriya gel bi nexweşxaneyê kêm bibe. Gelê herêmê difikire ku ev pirsgirêk ji ber cudakariya hikumeta Îranê ya lip dijî bajarên Kurdan e. Gelê Serdeştê berê jî rastî gelek êrişên bi çekên kîmyewî hat lê ji ber kêmasiya belgeyan, dosyayên gelek ji wan kesan weke maxdûrên çekên kîmyewî nayên pejirandin û hikumet bi van kesan re eleqedar nabe.

‘Ez 24 saet li nexweşxaneyê razam rewşa min nebaş bû’

Jina bi navê Shîda ya ku ji ber enfeksiyona gurçikan çûye nexweşxaneyê got: "Bijîjk ji min re dibêje divê li nexweşxaneye bimînim lê dema diçim tuwalete ji ber bêhna  xirab dilê min li hev dikeve. Destpêkê min got qey ji min re wisa tê lê nexweşên din jî ji heman rewşê şikayet kirin. Pergala klîmayê bi mehan e xirabe ye û nayê tamîrkirin. Piştî ku 24 saet di nexweşxaneyê de raketim rewşa min nebaştir bû, bijîjkan xwestin min sewqî nexweşxaneyên Mihabad an jî Urmiyeyê bikin. Dawiyê min şandin nexweşxaneya Mihabatdê ya ku ji ya Serdeştê baştir bû.”

‘Rewşeke zehmet e em nikarin tehemul bikin’

Hemşîreyek li nexweşxaneya Serdeştê jî got: "Ê me hemşîreyan di van mijaran de tu rayeyek me tune ye û em neçar in vê rewşê tehemul bikin. Ji vê rewşê rayedarên nexweşxaneyê berpirsyar nîn in û derfetên li vê derê bi rastî jî pir kêm in, cîhaz û ekîpmanên heyî de jî her dem pirsgirêk derdikevin.”