Îran ji xwendekaran re qedexeyên nû anî: Em dev jê bernedin

Xwendekarên zanîngehê ku li Îranê pêşengiya serhildana dikin, di hedefa hikûmetê de ne. Xwendekaran li dijî biryara zayendparêz a hikûmetê ku ya li ser zanîngehên ku qadên hevbeş ên jin û mêran e, bertek nîşan dan.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kirin, tevî hemû zextan jî didome. Rejîma Îranê bi cezayên durxistina dibistanê û girtinan hewl dide xwendekarên tevlî xwepêşandanan bûne bixe di bin zextê de. Li gel van zextan hikûmet niha jî bi hevkariya midûrên zanîngehan û erkdarên ewlehiyê, li piraniya cihên zanîngehan polîtîkayên cudakariya zayendî dimeşîne.

Qadên hevbeş bi dîwaran hat veqetandin

Konseyên Yekitiya Xwendekaran ku li ser ji nû ve pêkanîna polîtîkaya cudakariya zayendî ya li zanîngehan daxuyanî da, wiha got: “Li piraniya zanîngehan erkdarên ewlehiyê bi awayekî bêrehm nêzî xwendekaran bûne û qadên hevbeş ji hev cuda kirin. Piştî vê pêkanînê, vê carê li zanîngeha Beheshtî ji bo cudakirina xwendekarên keç û xort dîwarek hat avakirin. Ji bo cudakirina mekana têkel, li gel hevbûna xwendekarên keç û xort ya li kafeyan hat astengkirin.”

Teahûda lêhatina hicabê hat îmzekirin

Erkdarên ewlehiyên yên zanîngehên cuda, li dijî xwendekarên ku 'hicabe neçarî’ bikar naynîn dijî pêleke mezin a girtinê dan destpêkirin. Zanîngeha Azad a Tahranê ji hejmareke zêde ya xwendekaran re peyamek nivîskî ku neçar dihêle ‘teahûda pêkanîna hicaba mecbûrî îmze bikin’ şand. “Pergala perwerdeyê” ku pergala elektronîk a karûbarên xwendekaran e, bêyî girtina biryara “Ji Perwerdehiyê Mehrûm” li gelek xwendekarên keç hat girtin. Konseya Yekitiya Xwendekaran a got “Sedema vê yekê jî piştgirîkirina çalakiyan û li dijî derketina hicabeya mecbûrî ye” da zanîn ku armanca li vir “hêlandin û tepisandin e.”

Zêdeyî 700 xwendekar hatin girtin

Ji destpêka serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir heta niha sedan xwendekar bi biryara Komîteya Disîplînê ji dibistanê hatin avêtin û durxistin. Zêdeyî 700 xwendekar jî hatin girtin.