Îran dixwaze bi girtinan serhildana jinan bitepisîne
Bi destpêkirina serhildanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê girtin, îşkencekirina jinên welat berdewam dike û jin rastî gelek cûrên îşkence, tundîtûjî û destdirêjiyê tên.

Navenda Nûçeyan - Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirî, ev nêzî pênc meh in berdewam dike. Jinên têkoşer û berxwedêr ruxmê hemû girtin, îşkencekirin û darvekirin ya Komara Îslamî ya Îranê jî têkoşîna xwe berdewam dikin û bi israr in ku hikumeta rejîmê biguherin.
Leila Nasrî ku di dema serhildanên li Îranê de hatibû girtin, bi awayek demkî heta danişîna dawî ya dadgehê bi kefaletê ji girtîgeha Meraxa hate berdan.
Hat zanîn ku dema ku Leila Nasrî dema ku hatî girtin ji aliyê hêzên emnî ve rastî îşkenceyê hatiye û wê birine girtîgeha jinan ya Meraxa.
Her wiha dadgeha Evînê gazî hunermendên sînema û şano ya Îranê Îlham Pawnejad, Azad Semedî û Mehtab Kerametî kirin û piştî çend saetê lêpirsînê hatin berdan.
Îlham Pawnejad beriya kuştina Kiyan Pirfalek û piştî kuştina Kitam Pirfalek, nerazîbûn nîşan da û li komelgeya dayikan û bavên xembar yekcar hicab ji serê xwe avêt.
Her wiha Mehtab Kerametî û Azad Semedî pêştgiriya xwe ya ji bo nerazîbûnan ragihandin, di xwepêşandanên vê dawiyê yên li seranserî welat, bi hezaran xwepêşander hatin girtin ku hêjmarek zêde hunermend di nav de heye.
Lîstokvana berê topa dest ya jinan ku hatibû hilbijartin hicab ji serê xwe avêt
Raziye Canbaz listokvana berê ya topa dest ya Îranê ya hilbijartî, di malpera xwe ya taybet ya medyaya dijîtal de video belav kir, dijbertiya xwe ya li beramberî hicabê ragihand û wiha nivîsand: “Temaşe bikin, niha ez bi asanî diaxivim, ez ne li benda azadiyê me, ez bi azadî diaxivim.”