Îran di 3 salan de 170 rojnamegeran binçav kir
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, diyar kir ku piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ binçavkirin û girtina rojnamevanan ji aliyê desthilata Îranê ve zêdetir bûye û ji sala 2022’yan ve 24 jê jin 170 rojnamevan hatine binçavkirin.
					Navenda Nûçeyan – Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, bi boneya Roja Cîhanî ya Dawî Anîna Tundiya Dijî Rojnamevanan, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ binçavkirin û girtina rojnamevanan ji aliyê desthilata Îranê ve zêdetir bûye. Hate ragihandin ku ji sala 2022’yan ve 170 rojnamevan hatine binçavkirin ku 24 jê jin bûn.
Hate destnîşankirin ku di sala 2023’yan de ji aliyê Dadgeha Îranê ve bi giştî 60 sal cezayê girtîgehê li 21 rojnamegerî hate birîn.